Fetwayen Kurdi
Serîlêdana li dadgehên xeyrî Îslamî ji bo bidestxistina mafê xwe, ma meriv ji dîn derdixe?

Serîlêdana li dadgehên xeyrî Îslamî ji bo bidestxistina mafê xwe, ma meriv ji dîn derdixe?

Pirs: Kesê li derveyî welêt dijî gelo wê pirsgirikên xwe yên bi xeyrimisliman re çawa çareser bike? Hin kes dibêjin ku mirov dema serî li dadgehên taxûtê yanî yên ne Îslamî bide, mirov ji dîn derdikeve û ayeta 60’min ji sûreyê Nîsa wekî delîlê pêşkêş dikin. Di vî halî de divê em çi bikin û pirsgirêkên xwe çawa çareser bikin?

Bersiv: Ew ayetên ku behsa wan tê kirin wiha ne:

Ma tu li wan ên ku dibêjin: Qaşo me bi ya ku ji te re hatiye hinartin û bi ya ku ji yên beriya te re hatiye hinartin, bawerî anî, nanihêrî ku ew dixwazin li ber taxûtî mehkeme bibin. Hal ew e ku ferman li wan hatibû kirin ku wê înkar bikin. Şeytan jî dixwaze wan bi şaşiyeke mezin ji heqiyê dûr bixe.

Gava ji wan re tê gotin: De werin ber ya ku Xwedê hinartiye û werin ber Qasidê Wî, tu wan dibînî ku ew berê xwe tam ji te vedigerînin.

Êdî ma tu çawa li wan şaş namînî? Gava musîbetek bi sedema kirinên wan ên nebaş tê serê wan, di cih de têne cem te bi Xwedê sond dixwin ku me her başî û lihevhatin xwestiye!

Ew ên ha, Xwedê bi ya di dilê wan de dizane, êdî guhê xwe nede wan, li wan şîret bike û ji wan re di kûrayiya nefsa wan de gotineke bibandor bibêje.

Çi Qasidê ku Me şandiye her ji bo ku bi destûra Xwedê bi gotina wî were kirin. Eger gava wan neheqî li xwe kirin, bihatana cem te û bexşandina xwe ji Xwedê bixwestana û Qasid jî bexşandina wan ji Xwedê bixwesta, wan dê bidîta ku Xwedê tobepejrên ê dilovîn e.

Naxêr! Sond bi Xwedayê te, heta ku ew di lecên (xirecirin) nav xwe de te nekin hekem û paşê ji biryara te re di dilên xwe de tengaziyariyekê jî nebînin û bi temamî derbest nebin, wan bawerî neaniye.[1]

Dema mirov bi kûrahî li van ayetan bihizire bi hêsanî tê dîtin ku ew ayet, ne wekî ku tê angaştkirin di derbarê serîlêdana li dadgehên li welatên xeyrimislim in. Da ku mirov bikaribin heqê xwe bi dest bixin û bikaribin mafê xwe biparêzin, mirov dikare serî li dadgehên derveyî welatê muslumanan jî bide.



[1] Nîsa, 4/60-65.