Fetwayen Kurdi
Gelo dermankirina bi rêya bioenerjiyê, mumkin e?

Gelo dermankirina bi rêya bioenerjiyê, mumkin e?

Pirs: Bioenerjî mîna ku hûn jî dizanin, ji azîneyeke ku însan ji bo tedawî û dermankirinê, wê li xwe bar bikin û dest bikaranîna bioenerjiyê dikin re tê gotin. Tê gotin ku însanan ji hin nexweşî û nerihetiyan xelas dike û dibe wesîle ji bo şifaya wan. Gelo ikaranîna vî tiştî di dînê me de caiz e? Û di halê ku mirov vê vejenê li xwe bar bike îhtimala ku bibe sihr û efsûn heye yan na?

Bersiv: Sihr, ji derew û îftirayên ku mirov sedemên rasteqîn û heqîqî yên bûyerekê veşêre û aşkere neke da ku bandorê li mirovan bike û berê wan bide rêyên şaş, pêk tê. Bi wê rêyê dermankirin ne pêkan e. Eger bi rêya bioenerjiyê mumkin be ku mirov fêdê bibîne û hin nexweşî û nerihetî bi wê rêyê bên dermankirin, di bikaranîna wê de tu mehzûr tune ye. Lewra esil di tiştan ku mubah ango helal bin. Ji bo herambûna wê delîl lazim e, di mijara bioenerjiyê de jî tu qedexe tune ye.