Fetwayen Kurdi
Ma bikaranîna kevirên bi şîfa, guneh e?

Ma bikaranîna kevirên bi şîfa, guneh e?

Pirs: Kevirekî bi navê “Qristal Kuars” heye. Birayê min her roj wî dixwe destê xwe û dibêje “Min niyet anî ji bo tiştê di dilê xwe de û ji bo şifayê” piştre li kevir dinihêre û wiha dibêje: “Ez bextewar im, ez bihuzûr im, pereyê min pir hene, ez dewlewmend im” û hwd. Kesê kevir dabû birayê min, jê re gotibû ku “kevirê Qristal Kuarsê her roj têxe destê xwe û wî bi gotinan ‘eyar bike.” Û gotiye ku “Dema tiştên tu dixwazî, mîna ku çêbûbe tu ji kevir re bibêjî gotinên te dê pêk werin.” Mesela: Eger tu wesayitê bixwazî, bibêje “wesayita min heye.” Hukmê xwestina tiştekî bi vî awayî çi ye?

Bersiv: Kevirên mirov bawer dikin ku şifayê didin, di bikaranîna wan tu mehzûrek tune ye. Wekî azîneyeke dermankirinê durist e ku mirov wê qebûl bike. Lê belê ‘eyar û bernameckirina keviran, di dînê me de tu cih jê re tune ye. Tiştên ku mirov dixwaze çêbibin, ji keviran re bibêje û mirov ji wê, li benda encamdayinê bisekine, ev tişt li dijî dînê Îslamê ye.

Dema mirov li ayetên Qur’ana Pîroz dinihêre, çi yên ku dinyayê dixwazin û çi jî yên ku axretê dixwazin, tê dîtin ku divê ji bo xwesitinên xwe xebatê bikin. Ev, qanûna Xwedê Teala ye. Xwedê Teala di vî babetî de tu ferq nexistiye navbera misilman û kafiran. Xwedê wiha ferman dike:

“Ê ku dinyayê bixwaze, ji bo kesê ku Em bivên a ku em bixwazin Em ê bi lez bidinê. Piştre jî Em ê wî riswa û qewitî têxin dojeha ku dê têkevê.

Ê ku axretê bixwaze û bawermend be û lezê li kirina karê wê bike, vêca xebata wan tê qebûlkirin.

Em ji dayina Xwedayê te didine tevan; yên ku cîhanê dixwazin û yên ku axretê jî dixwazin. Dayina Xwedayê te li ser wan nehatiye birîn.”[1]

Kî nîmetê dinyayê bixwaze, Em ê wê bidinê; kî jî yê axretê bixwaze Em ê wê bidinê û Em ê spasdaran xelat bikin.”[2]

Çi kesê jiyana dinyayê û xemla wê bixwaze, Em ê bêkêmasî, beranberî karên wan li dinyayê bidin wan û li dinyayê tiştek li wan nayê kêmkirin, lê belê ji bo wan li axretê ji êgir pê ve tiştekî din tune ye û ya ku wan li dinyayê kir berhewa çû û hemî karê ku wan kir pûç û betal bû.”[3]

 “Kî qezanca axretê bixwaze, Em ê qezanca wî jê re zêde bikin. Kî jî deskeftiyên dinyayê bixwaze, Em ê ji wê tiştekî bidinê û li axretê jê re tu parek tune ye.”[4]

Hin mirov hene ku dibêjin: ‘Xwedayê me! Li dinyayê bide me.’ Rewş ev e ku di axretê de ji bo wî tu par tune ye.

Hin jî hene ku dibêjin: ‘Xwedayê me! Li dinyayê qenciyê û li axretê jî qenciyê bide me û me ji azara êgir biparêze.’

Evên hanê! Ji bo her yekî ji wan ji tiştên ku bi dest xistine parek heye. Teqez hesabdîtina Xwedê pir bilez e.[5]

Ji însên re ji kar û kiryarê wî pê ve tiştekî din jê re tune ye.

 Ew ê kar û kiryarê xwe paşê bibîne.

Piştre Xweda dê bedêla kar û kiryarên wî bêkêmasî bidê.[6]

Çi mêr be çi jin, kî karekî qenc bike û bawermend be, teqez Em ê jiyaneke xweş bikin para wî û Em ê xelata wan bi spehîtirîn a ku dikin, bidin wan.”[7]



[1] Îsra, 17/18-20.

[2] Alî Îmran, 3/145.

[3] Hûd, 11/15-16.

[4] Şûra, 42/20.

[5] Beqere, 2/200-202.

[6] Necm, 53/39-41.

[7] Nehl, 14/97.