Fetwayen Kurdi
Ma caiz e ku meriv bi peretî deyn bide û bi dolar an jî zêrîtî deynê xwe bistîne?

Ma caiz e ku meriv bi peretî deyn bide û bi dolar an jî zêrîtî deynê xwe bistîne?

Pirs: Li gorî dînê Îslamê ku mirov pereyê Turkiyê bi deyn bide yekî û bi dolar an jî bi zêrîtî deynê xwe jê bistîne, gelo durist e yan na?

Bersiv: Di deynan de ferqa qîmetê, mirov dikare li gorî zêr, zîv û enflasyonê hesab bike. Îro zêr û zîv ji peretî derketine û bûne mîna pertalên ticaretê. Êdî ew jî qîmet distînin û hin caran erzan dibin. Mîna di mehên pêşî yên sala 1980’yî de onsa (31 gr.) zêr bi 850’î dolaran bû, encax di roja nehê meha sêyem ji sala 1982’an de qîmetê zêr daket 335,5 dolaran. Di hundirê du salan de dema mirov daketin û erzanbûna dolaran jî bide ber çavan, dê bê dîtin ku erzanbûn û daketina bihayê zêran bêhtir e. Lê belê, pêlên zêran û daketina qîmatê wan li “Borsa”yê, ji bo demeke kin e. Zêr di dema dirêj de taybetmendiya wê ya ku qîmetê xwe biparêze heye. Ferqa ku di qîmetê pereyan de derdikeve holê, dema li gorî qîmetê zêr bê hesabkirin, dibe ku pirê caran, wê zirar û ziyanê telafî bike.

Her çiqas, li gorî rêjeya enflasyonê tesbîta ferqa kêmbûn û daketina qîmetê pereyan, rêyeke munasib be jî dîsa jî tesbîta rêjeya enflasyonê bi temamî, zehmet e.

Rêya sêyem, ku mirov pereyên biyanî yên di sûkê de derbas dibin, esas bigire. Ew jî ji ber ku pereyên kaxiz in, li gorî enflasyonê qîmeta wan dadikeve û di paralela pêlên borsayên navnetewî de radibin û dadikevin.

Di encamê de herdu alî jî li gorî çi hesab bikin jî piştî hesabdîtinê, ya baş ku li hevdu helal bikin. Lewra tesbîta ferqa erzanbûna pereyan bi temamî karekî zehmet e.

Li ser vê mijarê di malpera me de nivîseke bi sernavê “İslam Fıkhı Açısından Borçlanmalarda Enflasyon Farkı” (Ji Aliyê Fiqha Îslamî ve Di Deynan de Ferqa Enflasyonê) heye. Em tewsiye dikin ku hûn wê bixwînin. Nivîs di lînka jêr de ye:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/islam-fikhi-acisindan-borclanmalarda-enflasyon-farki.html