Fetwayen Kurdi
Ma berdana bi sê telaqan çawa çêdibe?

Ma berdana bi sê telaqan çawa çêdibe?

Pirs: Jinberdan çawa pêk tê? Û berdana bi sê telaqan çawa çêdibe?

Bersiv: Xwedê Teala di ayetên pêşîn ji sûreyê “Telaq” (yanî di sûreyê jinberdanê de) ehkamê jinberdanê bi berfirehî bi me daye naskirin. Her jinberdana ku li gorî şert û mercên di wan ayetan de derbas dibe pêk bê, telaqek ango berdanek tê qebûlkirin. Lewra Xwedê Teala di sûreyê Beqere ayeta 229’an de ferman dike ku: “Telaq du car in.” Lê belê di hundirê ‘ideyê de eger mêr poşman bibe dikare li jina xwe vegere, ango jina xwe li xwe vegerîne. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger mêrên wan lihevhatinê bixwazin, ji wan re bêhtir heq heye ku wan li xwe vegerînin.”[1]

Eger mêr bi vî hawî jina xwe du caran berde, piştî berdana sêyem êdî şert û mercê vegerînê ne wekî berê hêsan in. Xwedê Teala di heman sûreyî de di ayeta 230’an de wiha ferman dike:

Êdî eger mêr jina xwe berde, ev jin lê ne helal e heta ku ji bilî wî bi mêrekî din re nezewice. Eger wî ew berda, êdî tu guneh li ser herduyan tune ye ku dîsa li hev vegerin, eger bawerî anîbin ku dê tixûbên Xwedê bi cî bînin.”[2]



[1] Beqere, 2/228.

[2] Beqere 2/230.