Fetwayen Kurdi
Dema şahid tune bin, gelo telaq pêk tê yan na?

Dema şahid tune bin, gelo telaq pêk tê yan na?

Pirs: Di halê ku du şahid tune bin gelo berdan pêk tê yan jî ev telaq ne meqbûl e?

Bersiv: Di vir de hin îctihadên cuda dibe ku bên kirin. Lê belê di nerîna me de di rewşeke wiha de telaq pêk nayê. Ayetên ku bi vê mijarê re têkildar in wiha ne:

Dema ew hatin dawiya ‘ideyê xwe, vêca ya bi me‘rûfê[1] li wan vegerin an jî bi me‘rûfê ji wan cuda bibin (û wan berdin). Ji nav xwe du kesên adil bikin şahid û bila ji bo Xwedê, şahdeyiyê bidin.

Ha ev, ji bo wî kesê ku bi Xwedê û roja axretê bawerî tîne, şîret e. Kî biryar û hukmên Xwedê biparêze, Xwedê dê rêyekê jê re veke.

Bi awayekî ku hizir nedikir dê rizqê wî bidê. Kî xwe bispêre Xwedê vêca Ew besî wî ye. Bêguman Xweda fermana xwe bi cih tîne. Xwedê ji bo her tiştî endazek daniye.”[2]

Ji van ayetan tê dîtin ku di jinberdanê de divê du şahid hazir bin û ev şertekî esasî ye ku bê wê telaq pêk nayê. Lewra di berdanê de divê bê tesbîtkirin ku pîreka hatiye berdan, ne di heyza de ye, -ku ne di heyza de be jî- bi rêya îtirafkirinê yan jî bi rêyeke din bê tesbîtkirin bê ka mêrê wê pê re razaye yan na û tiştekî din jî lazim e tesbîta derbasbûn/qedandina dema ‘ideyê bê kirin. Ev tesbîtên han encax şahid dikarin pêk bînin. Ji vê bonê qenaeta me ku, eger di dema berdanê de şahid tune bin, telaq pêk nayê.



[1] Mena me‘rûfê; tiştê me‘lûm û tê zanîn e. Ev zanebûn ya ji ‘urf û adetan an jî ji Qur’an û Sunete Pêxember (s.a.v) tê bidestxistin. Eger ji ‘urf û adetan hatibe bidestxistin divê ne li dijî Qur’an û Sunetê be. Zanebûnek wiha dîn û ‘eql, wê baş û rast didêrin.

[2] Telaq, 65/2-3.