Fetwayen Kurdi
Ma di berdanê de şahid, di dema telaq yan dema tefrîqê de tên girtin?

Ma di berdanê de şahid, di dema telaq yan dema tefrîqê de tên girtin?

Pirs: Di mijara jinberdanê de di derbarê hazirbûna şahidan şîroveyeke wiha tê kirin: “Mirov bêjeya “ أَشْهِدُواeşhîdû” (şahidan bigirin) ya di ayeta duyem ji sûreyê Telaq, li ser fermana telaqê ya ku di serê ayeta yekem de derbas dibe heml bike, ne guncav e. Ji dêla vê, ku mirov pêwîstiya hazirbûna şahidan di dema firqetê ya ku pêvajoya telaqê bi dawî dike qebûl bike, bêhtir hev digire.” Nerîna we ya di derheqê vê mijarê de çi ye?

Bersiv: Ne tiştekî rast e ku mirov ayetên bi hev re têkildar in digel hev nenirxîne, pêwendî û munasebeta di navbera wan de bi saxlemî saz neke û hewl bide ku hukum bide. Xwedê Teala desthilatdarî û otorîteyeke wiha nedaye tu kesî. Du ayetên têkildar wiha ne:

Elîf. Lam. Ra. Ev kitêbeke wisa ye ku ayetên wê ji aliyê Xwedayê Hekîm ê Xebîr ve muhkem hatiye dêrandin û piştre hatiye tefsîlkirin.

Da ku hûn ji bilî Xwedê îbadetê ji tiştekî din re nekin. (Bibêje:) Bêguman ez ji aliyê Xwedê ve ji bo we mizgînber û hişyarker im.”[1]

Dema mirov ayetên bi mijarê re têkildar in bi hev re dinirxîne, tê dîtin ku di derbarê jinberdanê de hin şert û peywir hene û bê hazirbûna şahidan, ew nayên cih. Li gorî vê;

Divê were tesbîtkirin ku jin di dema berdanê de ne di heyza de ye û di paqijiya xwe de mêrê wê pê re ranezaye. Ev jî encax bi beyan û îfadekirina herdu aliyan di hizûra şahidan de mumkin e.

Kesên misilman, dema bibihîsin ku dê du kes jihev biqetin, ji bo lihevanîna wan li ser wan ferz e ku hinên di navbera wan de hakimtiyê bikin, bişînin. Ev jî dike lazimê xwe ku mirov bi rewşê bizanibe. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger hûn ji xerabûna navbera jin û mêr endîşe bikin, hekemekî ji lêzimên mêr û hekemekî ji lêzimên jinê bişînin cem wan. Eger ew lihevhatina wan bixwazin, Xwedê dê navbera wan çêke. Bêguman Xwedê zana ye, agahdar e.”[2]

Endîşe û tirs; çi ji zen û gumanê be û çi jî ji zanebûnê be ku mirov hêviya tiştekî xerab bike. Zanebûneke wiha encax bi beyan û îfadeya yên ku di derbarê bûyerê de zanebûna wan heye derdikeve holê. Ên ku mumkin e wê bizanibin jî şahid in.



[1] Hûd, 11/1-2.

[2] Nîsa, 4/35.