Fetwayen Kurdi
Ji bo lihevanîna mêr û jinê, meriv kengî dikeve dewrê?

Ji bo lihevanîna mêr û jinê, meriv kengî dikeve dewrê?

Pirs: Di nivîsa we ya telaqê de hûn dibêjin ku piştî berdana di hizûra du şahidan de heyeta hakimtiyê dikeve dewrê. Gelo ne lazim e ku di serê meseleyê de yanî ji bo lihevanînê têkevin navbera wan, da ku jihev neqetin?

Bersiv: Ji ber ku di nivîsa me de behsa berdanê/telaqê hatibû kirin, me îfade kiribû ku divê heyeta hakimtiyê têkeve navbera wan û ev “fermana Xwedê ye.”

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger hûn ji xerabûna navbera jin û mêr endîşe bikin, hekemekî ji lêzimên mêr û hekemekî ji lêzimên jinê bişînin cem wan. Eger ew lihevhatina wan bixwazin, Xwedê dê navbera wan çêke. Bêguman Xwedê zana ye, agahdar e.”[1]

Ev ayet, “peywirekê” li misilmanan bar dike û wê jî bi şertê “xewf” tirs û endîşê girêdide.

Endîşe û tirs; çi ji zen û gumanê be û çi jî ji zanebûnê be ku mirov hêviya tiştekî xerab bike. Eger şahid tune bin mumkin e ku misilman negihêjin vê agahiyê û pênehesin. Dema zanebûn derket holê wezîfe jî dest pê dike. Eger berê agahî gihaştibe wan, bê ku li benda berdanê bisekinin, divê ku heyeta hakimtiyê têxin dewrê. Di vê rewşê de eger berdan pêk hatibe divê ku dîsa carek din jî heyetê bişînin.



[1] Nîsa, 4/35.