Fetwayen Kurdi
Pîreka ku di dema ‘ideyê xwe ji mal derkeve, gelo hatiye berdan an na?

Pîreka ku di dema ‘ideyê xwe ji mal derkeve, gelo hatiye berdan an na?

Pirs: Hukmê ku zilam jina xwe ya telaqkirî/berdayî di hundirê ‘ideyê de ji malê derxe yan jî pîrek bi xwe derkeve çi ye? Lewra Xwedê Teala di sûreyê Telaq de di derbarê şertên jinberdanê de wiha ferman dike: “Ji bilî ku ew fehşîtiyeke aşkere bikin, wan ji xaniyên wan dernexin û bila ew bi xwe jî dernekevin.” Di vê rewşê de eger pîrek vegera bi bal malê ve qebûl neke, ev telaq dê çawa bi dawî bibe?

Bersiv: Di vê rewşê de jî telaq pêk tê. Lewra ku mirov pîreka hatiye berdan ji xanî dernexe, ew bi xwe jî jê dernekeve û ku zilam dema ‘ideyê bijimêre, ev şertên han, ne bi pêkhatina telaqê ve girêdayî ne, belbî ji bo sazkirin û çêkirina malbatê ji nû ve yanî da ku telaq pêk neyê û pîrek neyê berdan, şert in. Dema pîrek ji xanî derkeve yan jî bê derxistin û mêr û jin rabin li ba hinên din behsa nebaşî û xerabiyên hev bikin, mumkin e ku jihev bêhtir sar bibin û yên niyetxerab û zikreş bibin asteng ji bo vegera wan bi bal hev ve. Ên ku dê zirarê ji vê rewşê bibinin jî sirf mêr û jin e, ne tu kesên din in. Û ayeta “Kî tixûbên Xwedê derbas bike, birastî wî li xwe stemkarî kiriye.[1], vê yekê destnîşan dike.



[1] Telaq, 65/1.