Fetwayen Kurdi
Dema meriv pîreka xwe ya berdayî ji malê derxe, telaq pêk tê? Ma ev jî ne fermana Xwedê ye?

Dema meriv pîreka xwe ya berdayî ji malê derxe, telaq pêk tê? Ma ev jî ne fermana Xwedê ye?

Pirs: We di nivîseke xwe de îfade kiriye ku pîreka hatiye berdan dema ji aliyê mêrê xwe ve ji xanî bê derxistin an jî ew bi xwe derkeve, telaq pêk tê û we ev yek ji şertên telaqê yên din, cuda girtiye. Ma ev hemî ne fermanên Xwedê ne? Şîrovekirina vê meseleyê çawa ye?

Bersiv: Di derbarê telaqê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ey Pêxember! Gava hûn bixwazin jinan berdin, wan di dema paqijiya wan de berdin, ‘ideyê wan bijimêrin. Ji Perwerdegarê xwe Xwedê bitirsin. Ji bilî ku ew fehşîtiyeke aşkere bikin, wan ji xaniyên wan dernexin û bila ew bi xwe jî dernekevin. Ev tixûbên Xwedê ne. Kî tixûbên Xwedê derbas bike, birastî wî li xwe stemkarî kiriye. Tu nizanî; dibe ku piştî berdana jinan, Xwedê rewşeke din derxe holê.”[1]

Berdan divê di hundirê ‘ideyê de be û pîrek di wê gavê de di paqijiyê de be. Lê belê di heman wextê de divê ku bi mêrê xwe re neketibe têkilatiya cinsî.

Xwedê Teala wiha ferman dike:

Jinên ku hatine berdan, bi tena serê xwe mudetê sê qur’an disekinin.”[2]

Ji ber ku têkilatiya cinsî di dema heyzê de qedexe ye, pîrek di wê demê de ji xwe bi tena serê xwe ye. Pîreka ku di hundirê ‘ideyê xwe de hatiye berdan, ji ber ku bi mêrê xwe re di heman malê dijî gotina “qur” tê mena dema paqijiyê ya ku dikare pê re têkeve munasebeta cinsî.

Ji bilî vê, di ayeta jor de sê şertên din jî hatine jimartin. Ew jî; jimartina ‘iddê, mirov pîrekê ji xanî dernexe û ew jî ji mal dernekeve. Ên ku van şertan di ser guhê xwe re biavêje û girîngiyê nede, xwe dixe tengasî û zehmetiyê. Encax telaq pêk tê û jina wî tê berdan. Lewra Xwedê Teala wiha ferman dike: “Kî tixûbên Xwedê derbas bike, birastî wî li xwe stemkarî kiriye.[3]

Lewra heta dawiya ‘iddê, mafê mêr ê vegerê heye. Eger ew bi xwe ‘ideyê nejimêre, dibe ferq neke ku dema ‘ideyê derbas bûye û mafê wî yê vegerê ji destê wî bifilite. Eger mêr di hundirê dema ‘ideyê de jina xwe ji xanî dernexe, çareserkirina pirsgirêkê rihet dibe. Pêkan e ku li wê rewşê bi hizir bifikire û bigihêje encameke erênî û baş.

Eger pîrek ji xanî dernekeve mumkin e ku ew jî derfeta îqnakirina mêrê xwe bi dest bixe. Li hember mêrê xwe di hundirê wê demê de ji munasebeta cinsî pê ve tu tiştekî din lê ne qedexe ye. Ev jî dike ku îhtimama mêrê wê ya bi bal wê ve zêde bibe.

Eger mêr biryara vegerê bide û di hizûra du şahidan de vê biryara xwe bide tesbîtkirin, êdî ew qedexeya cinsî jî ji holê radibe.



[1] Telaq, 65/1.

[2] Beqere, 2/228.

[3] Telaq, 65/1.