Fetwayen Kurdi
Gelo ‘ideyê pîreka ku cara sêyem hatibe berdan, çiqas e?

Gelo ‘ideyê pîreka ku cara sêyem hatibe berdan, çiqas e?

Pirs: Di berdana sêyem ya ku li gorî Qur’anê pêk hatiye, hewce ye ku pîrek ‘ideyê xwe bikişîne yan na? Hikmetên ‘ideyê yên ku min tesbît kirine ev in: Ya yekem; di berdana yekem û duyem de hêviya veger û poşmaniyê û îhtimala hemlebûnê ye. Ya duyem; di berdana cara sêyem de îhtimala hemlebûnê û parastina namûsa (lewra dema zû bi zû bizewice, mumkin e ku însan di heqê wê de nebaş bifikirin) pîrekê ye. Li aliyê din, di pirtûkên ‘ilmê hedîsê de ez gihaştim agahiya ku pîrek divê piştî “xul‘ê” mehekê (‘iddê xwe bikişîne) bisekine. Di vê rewşê de delîla ku pîrek (‘ideyê) nakişîne, divê ku ji aliyê yên wê angaştê dikin ve, were anîn. Di vê mijarê de em alîkariyê ji we dixwazin.

Bersiv: Di ayetên (Telaq, 65/1-2; Beqere, 2/229) ku bi mijara berdanê re girêdayî ne, bi me dide zanîn ku ‘ideyê berdana yekem û duyem sê qur’ yanî sê demên paqijiyê ne. Di ayeta “Tu nizanî; dibe ku piştî berdana jinan, Xwedê rewşeke din derxe holê.[1] ji sûreyê Telaq, hikmetê ‘ideyê ji me re aşkere kiriye. Dema em ayetên di derbarê berdanê de ne (Beqere, 2/229; Telaq, 65/2) hemiyan bidin ber çavê xwe, dê were dîtin ku ‘ideyê behsa wê tê kirin, ‘ideyê “ric‘î”ye yanî yê ku veger tê de heye.

Piştî berdana sêyem, ji ber ku vegera wan bi bal hev ve ne caiz e[2], di vê rewşê de ne lazim e ku pîrek sê qur’an/sê demên paqijiyê bisekine. Yeke wiha, divê ku dema paqijiyekê bisekine. Ev jî dema “istibra”yê ye yanî ji bo ku mirov bizanibe bê ka pîrek ducanî ye yan na.

Ji ber ku mesele di ayetan de pir aşkere hatiye îfadekirin, hedîsên di derbarê vê mijarê -piştî berdana sêyem bê pîrek disekine yan nasekine- ji Pêxember aleyhiselam hindik hatine ragihandin. Hedîseke ku bi vê mijarê re têkildar e wiha ye:

Ebû Emr kurê Hefs, ne di hizûra Fatîme de wê berdide û wekîlê wî jê re ceh dişîne. Fatîme pê qayil nabe. Lê belê wekîlê ‘Emr dibêje;

Ez qesem dikim bi navê Xwedê, tu heqê te li ba me tune ye. Li ser vê yekê Fatîme tê hizûra Qasidê Xwedê û bûyerê jê re qise dike. Pêxember aleyhiselam dibêje ku: “Li ba wî tu heqê te yê nefeqeyê tune ye” û emrê wê dike ku li mala Ummû Şerîk ‘ideyê xwe derbas bike (temam bike). Piştre wiha dibêje: Ummû Şerîk pîrekeke ku her gav hevalên min derin ziyareta wê. Tu li ba Îbn Ummî Mektûm (x.j.q) ‘ideyê xwe bikişîne, lewra ew zilamekî hafiz e (kor). Li ba wî tu dikarî çarşeva xwe dênî! dema (ji bo zewacê) tu helal bûyî ji min bibêje…”[3]

Wek ku ji hedîsê tê dîtin, Pêxember (s.a.w) ji Fatîme keça Qeys re negotiye “here sê qur’an bisekine” belbî jê re gotiye “here ‘ideyê xwe bikişîne, dema (ji bo zewacê) tu helal bûyî were ba min.”

Îbn Teymiyye di derbarê vê hedîsê de wiha dibêje:

Di lefzên vê hedîsê de îfadeya “sê heyzan ‘ideyê bikişîne” tune ye. Li gorî ku gihaştiye me, ji aliman kesekî ku wiha gotibe tune ye. Eger ev nerîn îcma‘ be, ev rast e û civaka Îslamî li ser tiştekî batil îcma‘ nakin. Gotina “’iddê pîreka ku cara sêyem hatiye berdan, ne sê heyzên, belbî sirf dema istibrarê ye”, eger nerîna hin zanyaran be, di vî halî de tiştekî ku vê nerînê xwedîhêz bigerîne heye. Bi vî awayî: Dirêjiya dema ‘ideyê, ‘eleqeya wê bi hebûna mafê ric‘etê (vegerînê) ve heye. Yanî ji vê bonê ye ku dema ‘ideyê sê heyz in. Ên ku mafê wan ê vegerê tune ye, sê demên heyzê nasekinin. Di zahirê Qur’anê de ji muwafeqeta vê nerînê pê ve tiştekî din tune ye.”[4]

Eger em vegerin ser mijara pîreka ku bi rêya “xul‘ê” ji mêrê xwe qetiyaye: Ev mijar di dewama ayeta 229’an ji sûreyê Beqere ya ku behsa jinberdanê dike, derbas dibe. Lê belê di ayetê de ev bûyer, ne bi navê xul‘ê yan jî bi navê telaqê, belbî bi navê “îftidayê” derbas dibe.

Ji ber ku îftida di Qur’ana Pîroz û di suneta Pêxember (s.a.w) de telaq nehatiye hesibandin, kesê ku bi vê rêyê ji mêrê xwe qetiyabe ji bo ‘iddê, ne lazim e ku sê qur’an bisekine.

Li gorî riwayeta ku ji Ebdullah kurê ‘Ebbbas (x.j.q) hatiye ragihandin, Sabit kurê Qeys di serdema Pêxember de (s.a.w) bi rêya xul‘ê (yanî li hember bedelekî) ji pîreka xwe qetiyabû. Pêxember (s.a.w) jî emr kir ku bila dema heyzekê ‘ideyê bikişîne.[5]

Mîna ku tê dîtin, ‘ideyê pîreka ku bi rêya îftidayê ji mêrê xwe qetiya be, dema heyzekê ye. Ev jî ji bo tesbîta hemla pîrekê ye.



[1] Telaq, 65/1.

[2] Beqere, 2/230.

[3] Muslim, Telaq, 36 (1480).

[4] Îbn Teymiyye, Mecmû‘u’l-Fetawa, XXXII, 342.

[5] Tirmizî, Xul‘, 10.