Fetwayen Kurdi
Ma armanca bingehîn ya dîn, rewişt e?

Ma armanca bingehîn ya dîn, rewişt e?

Pirs: Ma armanca bingehîn ya dîn, rewişt e?

Bersiv: Armanca bingehîn ya dîn, ku mirov ji Xwedê pê ve ji tu kesê din re bendetiyê neke. Dema mirov bi tenê ji Xwedê re bendetiyê bike, ev tê wateya ku mirovê azad hatiye afirandin, li gorî xwezaya xwe tev digere. Rewişt jî ku mirov li gorî xulqiyeta xwe bijî. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Tu berê xwe rast û durist bide vî dînî, fitreta Xwedê. Wî, mirov li ser wê xulixandine. Di afirandina Xwedê re tu guhartin tune ye. Ha ev e dînê rast. Lê belê gelek ji mirovan vê nizanin.”[1]

Kesê ku bide pey vî dînî, ji ber ku dê li gorî afirandinê tev bigere, ew ê gelekî bi exlaq jî be. Kesê ku herî rind ev tişt pêk aniye Qasidê Xwedê bûye. Xwedê Teala di derbarê wî de wiha ferman dike:

وَإِنَّكَ لَعَلَى خُلُقٍ عَظِيمٍ

Birastî tu li ser rewiştekî mezin î.”[2]

Li ser pirseke ku ji diya me Hezretî Eyşe hatiye kirin, wê gotiye ku exlaqê Pêxember,  Qur’an bû.[3]



[1] Rûm, 30/30.

[2] Qelem, 68/4.

[3] Bnh. Muslim, Selatu’l-Musafirîn, 139 (746).