Fetwayen Kurdi
Mêr û jina ku dev ji hev berdin, dê parvekirina mal di navbera wan de çawa bê kirin?

Mêr û jina ku dev ji hev berdin, dê parvekirina mal di navbera wan de çawa bê kirin?

Pirs: Ev du meh û nîv e, ez ji mêrê xwe cuda me. Di nîqaşa li ser meseleyeke biçûk de ez berdam. Piştî berdanê heta sê rojan em di heman xaniyî de man, lê belê ev rewş li zora min çû, ez ji mal derketim û çûm mala bavê xwe. Ji wê demê heta niha mêrê min li halê min qet nepirsiye. Piştre wî biryara berdanê da û min jî du mehan hewl da, ku min bernede. Di vê navberê de ez di meha nehan de me û sirf ji bo zaroka xwe min xwest ku em li hev vegerin. Lê belê ji ber ku malbata wî min naxwaze, wî jî ez red kirim. Niha jî dibêje ku: “Ya ez ê eşyayên malê bidim yan jî 6,500 TL pere bidim te û em jihev biqetin.” Ev pere, sirf ne pereyê mehra min e. Di rewşeke wiha de ez dikarim çi bikim?

Bersiv: Hûn ê eşyayên xwe yên taybet û mehra di dema nîkahê de soza wê hatiye dayin bigirin. Di ser de jî heta hûn hemla xwe dênin, divê ku nefeqeyê we jî bide. Piştî ji dayikbûnê jî divê ku nefeqeyê zarok bide. Ayetên ku me ji vê rewşê agahdar dikin wiha ne:

Bila dayik heta du salên tekûz şîr bidin zarokên xwe. Ev, ji bo yên ku dixwazin dema şîrdayînê temam bikin. Xwarin û vexwarina wan li gorî me‘rûfê, li ser bavê zarok e. Li gorî hêza xwe bi tenê meriv tê binbarkirin. Divê ne dê ne jî bav, bi sedem zaroka xwe zirarê bibîne…[1]

Jinên berdayî yên ku ‘ideyê wan temam nebûye, li gorî taqeta xwe li cihê ku hûn lê bi cih bin (wan jî) bi cih bikin. Zirarê nedin wan, da ku bi vî awayî hûn wan tengezar bikin. Eger ew li halekî bin (ducanî bin), heta barê xwe deynin nefeqeyên wan bidin. Eger ew zaroka we şîr bidin ucreta wan bidin û di navbera xwe de bi rindî li hev bikin. Eger hûn rastî tengasiyekê hatin, bila yeka din wî şîr bide.

Yê destfireh bila li gorî destfirehiya xwe nefeqe bide û yê destteng jî ji malê ku Xwedê daye wî, bila nefeqe bide. Xwedê li tu kesî zêdetirî ya ku dayê, bar lê nake. Xwedê, dê piştî destengiyê destfirehiyê peyda bike.[2]

Piştî ku zaroka we hat dinyayê, hûn dikarin bi yekî din re bizewicin. Di heman wextê de eger hûn û mêrê xwe li hev bikin, hûn dikarin bi mêrê xwe yê berê re jî bizewicin.



[1] Beqere, 2/233.

[2] Telaq, 65/6-7.