Fetwayen Kurdi
Berdana berî zîfafê

Berdana berî zîfafê

Pirs: Di nêz de min nîşaniya xwe kir, lê belê ji ber ku ez li derveyî welêt dijîm bi niyeta ku ez ê ji bo dergistiya xwe bi hêsanî vîzeyê bi dest bixim, me nîkaha xwe ya dînî û resmî birî. Me mehr û xelatên xwe jî dan, encax me dawet nekir. Yanî herdu alî jî li malên xwe ne û tu munasebeta jin û mêran di davbera me de çênebû. Lê belê piştre me biryara jihevqetandinê da. Pirsa min, mehra min dayiyê jê re dikeve yan jî ji vê pîrekê re tu mehr nakeve?

Bersiv: Di vê mijarê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Eger beriya ku hûn biçine nivîna wan hûn wan berdin û we mehra wan diyar kiribe, wê çaxê hûn ê nîvê mehra diyarkirî bidin wan. Lê belê eger jin li mehra xwe bibore, yan jî ew ê (mêrê) ku peymana nîkahê di destê wî de ye lê bibore, ew tiştekî din e. (Gelî mêran) Eger hûn lê biborin, ew bêhtir nêzî teqwayê ye. Di navbera xwe de qencîkariyê ji bîr mekin! Bêguman Xwedê, bi ya ku hûn dikin bîner e.”[1]

Li gorî vê ayetê, divê ku hûn nîvê mehrê bidin jina xwe. Ev, fermana Xwedê Teala ye. Lê belê dîsa li gorî ayetê, keçik dikare ji we nestîne û wî nîvî li we vegerîne yan jî hûn, ne nîvî belbî temamê mehrê bidinê. Ev yeka dawî di ayetê de bi îfada “ew bêhtir nêzî teqwayê ye.” hatiye tewsiyekirin.



[1] Beqere, 2/237.