Fetwayen Kurdi
Ma pîreka ku piştî nîkah û xelweta sehîh e hatibe berdan, mehr jê re dikeve yan na?

Ma pîreka ku piştî nîkah û xelweta sehîh e hatibe berdan, mehr jê re dikeve yan na?

Pirs: Neh meh berê ez zewicîm. Bi pîreka xwe re bi temamî çar mehan em di heman malê de man. Mehra wê jî bazinên ku diya min dabûyê. Di navbera me de di wan çar mehan de tu munasebeta mêr û jinantiyê çênebû. Lê belê em li ser heman doşekê radiketin. Niha, ez dixwazim wê berdim. Ma tu mafê jina min ê mehrê heye yan jî ez dikarim wan bazinan jê bistînim?

Bersiv: Piştî nîkahê eger zîfaf pêk hatibe yan jî xelweta sehîh e hatibe cih, divê ku berdan li gorî şertên ku di sûreyê Telaq de derbas dibin, bê kirin. Di vî halî de pîrek dibe xwediyê mehrê bi temamî.

Di pirsa xwe de we îfade kiriye ku di navbera we de zîfaf pêk nehatiye, lê belê çar mehan we heman doşek par ve kiriye, ev dibe xelweta sehîh e. Xelwet, “mayina zilam û pîreka ku ne mahrkirî bin û heta bi heta li hev ne heram bin, bi tena serê xwe, wekî têgeheke fiqhî piştî nîkahek sehîh ku mêr û jin li cihekî ku ji dîtina yekî sêyem bê destûra wan ewle bibe, bê ku têkilaya cinsî pêk were bi tena serê xwe bimînin re tê gotin.”[1]



[1] Orhan Çeker, “Halvet”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XV, 384.