Fetwayen Kurdi
Ma mesihkirina serî di desmêjê de çawa tê kirin?

Ma mesihkirina serî di desmêjê de çawa tê kirin?

Pirs: Mesihkirina serî çawa tê kirin? Yanî dê mirov bi ser re mesih bike yan jî divê ku ser û binê por hemî şil bibe?

Bersiv: Mesih, di ferhengê de bi maneya “destdayina tiştekî” ye. Di desmêjê de mesihkirin, ku mirov destên xwe yên şil di porê xwe bide. Yanî ne pêwîst e ku binê por şil bibe. Eger ku wisa bûna wê demê navê wê nedibû mesih, dê bibûna şûştin.