Fetwayen Kurdi
Ma pîrek dikare doza berdanê li zilamê ku li mala xwe ne miqate ye û erka xwe ya mêrantiyê neyîne cih, bike?

Ma pîrek dikare doza berdanê li zilamê ku li mala xwe ne miqate ye û erka xwe ya mêrantiyê neyîne cih, bike?

Pirs: Li gorî huqûqa Îslamê jinberdan çawa pêk tê? Eger mêr bê exlaq be û li malbata xwe ne miqate be, gelo pîrek dikare doza berdanê veke? Piştî berdanê parvekirina mal dê çawa bê kirin? Û malên ku piştî zewacê hatine bidestxistin dê çawa bên belavkirin? Rewşa zarokan dê çawa be û nefeqeyê wan dê were dayin an na?

Bersiv: Li hember mêrê xwe, pîrek dikare doza berdanê veke. Nefeqeyên zarokan di stûyê bav de ye. Zarokên keç ji ber ku îhtiyaciya wan bêhtir bi diya wan heye, ya munasib ku heta zewacê li ba diya xwe bimînin. Zarokên lawinî li ba bavê xwe dimînin. Pêkan e ku hûn bi awayekî din jî li hev bikin.

Di mijara mal de: Malê pîrekê, ji pîrekê re ye, yê zilam jî ji zilam re ye. Malên ku bi hevparî bikar tênin, ji zilam re ne.