Dema pîrek doza berdanê veke, malê wan dê çawa were parvekirin?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Telaq Tarih: 24 Ocak 2014

Pirs: Ji ber hin zehmetiyên min ên di kar de bi sebebê ku min cihê xwe yê kar girtiye û ji aliyê aborî ve ez ketime hin krîzan, pîreka min dev ji mala xwe berda û çû. Ew, di nexweşxaneyekê de karê hemşîretiyê dike. Ji bo berdaneke Îslamî, divê ez çi bikim? Di resmiyetê de hîn me dev jihev bernedaye. Digel ku min jê re got, eger tu venegerî malê ez ê te berdim, lê belê dîsa jî karê ji xwe re dike bahane û venegeriya malê. Ez jî ji ber nexweşiya diya xwe, nikarim dest bi kar bikim. Du kurê me û xaniyekî ku berê me kirî bû –çaryeka pereyê wê pîreka min dabû– heye. Ji aliyê Îslamî ve parvekirina mal û rewşa zarokan divê çawa be?

Bersiv: Eger doza berdanê ji aliyê pîreka we ve bê kirin, tiştên we dayiyê hûn dikarin jê bixwazin. Lê belê eger hûn doz bikin, hûn nikarin tiştekî jê bistînin. Hûn ê di dema ‘ideyê de di heman malê de bimînin. Li gorî ku çaryeka pereyê xanî wê daye, çaryeka xanî malê wê ye. Zarok eger heft salî yan jî hîn mezintir bin û hûn ê bikaribin li wan binihêrin, ya munasib ku hûn wan bibin ba xwe. Eger rewşa dê munasib be, ew jî dikare li wan binihêre. Di herdu rewşan de jî dê û bav kengî bixwazin dikarin zarokên xwe bibînin. Mesref û nefeqeyên zarokan bi temamî di stûyê we (bav) de ye.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Berdana ku ne li gorî ayetên pêşî ji sûreyê Telaq be, gelo durist e yan na? 24.01.14 1.530
2 Ma meriv dikare di hundirê ‘ideyê de jina xwe cara duyem berde? 24.01.14 1.493
3 Lîstina pîreka bi mêr li hember zilamên biyanî, ma dibe sedem ji bo xerabûna nîkaha wê? 24.01.14 1.555
4 Dema şahid tune bin, gelo telaq pêk tê yan na? 24.01.14 1.446
5 Gelo mehr ji pîreka ku berî zîfafê hatibe berdan re heye? 24.01.14 1.281
6 Ma vekirina cihên mehrem tu bandorê li nîkaha pîrekê dike? 24.01.14 1.419
7 Ma di berdanê de şahid, di dema telaq yan dema tefrîqê de tên girtin? 24.01.14 1.632
8 Berdana berî zîfafê 24.01.14 1.571
9 Eger mêr angaşt bike ku pîreka wî zina kiriye, divê çi bike? 24.01.14 1.536
10 Ji bo lihevanîna mêr û jinê, meriv kengî dikeve dewrê? 24.01.14 1.480
11 Ma pîreka ku piştî nîkah û xelweta sehîh e hatibe berdan, mehr jê re dikeve yan na? 24.01.14 1.516
12 Di huqûqa Îslamê de nefeqe û pêdiviyên zarokan li ser kê ye? 24.01.14 1.551
13 Di berdana beriya zîfafê de, gelo dîsa jî şert e ku di hizûra du şahidan de pêk were? 24.01.14 1.480
14 Di kîjan rewşan de pîrek dikare doza berdanê li mêrê xwe veke? 24.01.14 1.464
15 Mena bêjeya ‘idde çi ye? 24.01.14 1.490
16 Di kîjan halan de lazim e ku mêr, mehrê bide pîrekê? 24.01.14 1.585
17 Pîreka ku hatiye berdan, kengî dikare bi yekî din re bizewice? 24.01.14 1.404
18 Ma li gorî Qur’anê, berdana bi şert durist e yan na? 24.01.14 1.320
19 Gelo hikmetê pîreka ku hatiye berdan sê paqijiyan disekine çi ye? 24.01.14 1.475
20 Berdana di gava hêrsbûnê de, gelo pêk tê yan na? 24.01.14 1.542
21 Pîreka ku di dema ‘ideyê xwe ji mal derkeve, gelo hatiye berdan an na? 24.01.14 1.568
22 Ma mafê pîrekê heye ku xwe berde? 24.01.14 1.575
23 Dema meriv pîreka xwe ya berdayî ji malê derxe, telaq pêk tê? Ma ev jî ne fermana Xwedê ye? 24.01.14 1.455
24 Ma pîrek dikare mafê xweberdanê ji mêrê xwe bigire? 24.01.14 1.574
25 Piştî berdana pîrekê dema meriv li jina xwe vegere, ma divê ku nîkaheke nû were birîn? 24.01.14 1.516
26 Ma pîrek dikare doza berdanê li zilamê ku li mala xwe ne miqate ye û erka xwe ya mêrantiyê neyîne cih, bike? 24.01.14 1.517
27 Ma rast e ku pîreka mêrê wê miriye, heta ‘ideyê wê neqede nikare ji mala xwe derkeve? 24.01.14 1.637
28 Di meseleya îftidayê de, gelo çima pîrek divê ku mehrê li mêrê xwe vegerîne? 24.01.14 1.429
29 Gelo ‘ideyê pîreka ku cara sêyem hatibe berdan, çiqas e? 24.01.14 1.568
30 Pîreka ku bi rêya îftidayê ji mêrê xwe qetiya be, ma dikare dîsa pê re bizewice? 24.01.14 1.524
31 Mêr û jina ku dev ji hev berdin, dê parvekirina mal di navbera wan de çawa bê kirin? 24.01.14 1.452
32 Berdaneke rast û durist divê ku çawa be? 24.01.14 1.366
33 Gelo pîrek, bi gotina mêrê wê “min tu berdayî”, tê berdan na na? 24.01.14 1.486
34 Hukmê berdana formalite çi ye? 24.01.14 1.511
35 Ma berdana bi sê telaqan çawa çêdibe? 24.01.14 1.468
36 Ma şertên ku ji bo jinberdanê pêwîst in çi ne? 24.01.14 1.427
37 Dema pîrek doza berdanê veke, malê wan dê çawa were parvekirin? 24.01.14 1.588