Fetwayen Kurdi
Kesê ferzeke desmêjê jibîr bike, divê çi bike?

Kesê ferzeke desmêjê jibîr bike, divê çi bike?

Pirs: Piştî ku min limêja xwe kir, hat bîra min ku min di dema desmêjgirtinê de serê xwe mesih nekiriye. Di vî halî de limêja ku min kiriye qebûl dibe? An jî divê ku ez careke din limêj bikim?

Bersiv: Mesihkirina serî ji ferzên desmêjê ye. Eger te ji bîr kir û serê xwe mesih nekir, piştre hat bîra te, divê ku tu ji nû ve desmêj bigirî û limêja xwe careke din bikî. Lê belê ku nehat bîra te, tiştekî ku bê kirin tune ye.