Fetwayen Kurdi
Lîstina pîreka bi mêr li hember zilamên biyanî, ma dibe sedem ji bo xerabûna nîkaha wê?

Lîstina pîreka bi mêr li hember zilamên biyanî, ma dibe sedem ji bo xerabûna nîkaha wê?

Pirs: Eger pîrekeke bi mêr di dawetê de li pêşiya zilamên biyanî govendê bigire û bilîze, gelo nîkaha wê ya dînî xera dibe yan na?

Bersiv: Lîstina pîrekan di hizûra zilamên biyanî de zirarê nade nîkaha wan. Agahiyeke bi vî awayî ne rast e. Lê belê lîstina pîrekên misilman li hember zilamên ku ji aliyê olî ve ji wan re xerîb in, teqez heram e. Lewra Xwedê Teala negotiye “zinayê mekin” belbî emr û fermana “nêzî zinayê mebin[1] kiriye. Helwestên wiha xuya ye ku mirov nêzî zinayê dike. Eger lîstibe jî divê ku tobe bike û careke din karekî wiha meke.



[1] Îsra, 17/32.