Fetwayen Kurdi
Ma vekirina cihên mehrem tu bandorê li nîkaha pîrekê dike?

Ma vekirina cihên mehrem tu bandorê li nîkaha pîrekê dike?

Pirs: Pîrekeke bi mêr, gelo bi derketin û xuyabûna cihên wê yên mehrem di plajê de nîkaha wê xera dibe yan na?

Bersiv: Çi zewicandî çi jî ezeb, xuyakirin û tezîkirina cihên mehrem li hember zilamên ji aliyê dînî ve biyanî ne, heram e. Ev helwest, pîrekê dixe guneh. Encax tu eleqeya wê bi xerabûn û betalbûna nîkahê re tune ye. Yanî nîkahê wê betal nake.