Eger mêr angaşt bike ku pîreka wî zina kiriye, divê çi bike?
Fetwayen Kurdi > Fetwayên Nivîskî > Telaq Tarih: 24 Ocak 2014

Pirs: Zilamekî bi 4 şahidan serî li dadgehê dide, lê belê dîsa jî nikare îsbat bike ku jina wî zina kiriye. Di dawiyê de hakim bi wî zilamî sonda “laneta Xwedê li ser min be” dide xwarin û berdana wan dipejirîne. Gelo di ‘ilmê fiqhê de tiştekî wiha heye yan na? Eger hebe jî çi navî lê dikin?

Bersiv: Zilam, eger jina xwe bi angaşta ku zina kiriye sûcdar bike û bi 4 şahidan nikaribe îsbat bike, di hizûra hakim de bi awayekî taybet dê herdu alî jî sond bixwin. Di Fiqha Îslamî de ji vê re tê gotin “lîan” ango lihevlanetanîn.

Di vê mijarê de Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ji jinên we yên ku zinayê dikin, çar şahidan ji xwe (ji mêrên musluman) li ser wan rakin. Vêca eger wan li ser wan şahdeyî dan; heta ku mirina wan bê yan jî heta Xwedê ji wan re rêyeke çareseriyê veke, wan di malên wan de girtî bihêlin.”[1]

Xwedê Teala di sûreyê Nûr de wiha ferman dike:

Ew kesên ku zinayê biavêjin stûyê jinên xwe û ji bilî wan tu şahidên wan jî tune be, şahidiya her yekî ji wan ev e ku bi (navê) Xwedê çar caran sond bixwe ku ew ji rastbêjan e. Di cara pêncem de jî (ew dê bibêje:) Laneta Xwedê li wî be, eger ew ji derewbêjan be.

Cezayê zinayê li dinyayê ji ser tê avêtin ku jin jî çar caran bi (navê) Xwedê sond bixwe û şahdeyî bide ku mêrê wê ji derewbêjan e. Cara pêncem jî (dê bibêje:) Xezeba Xwedê li wê bibare, eger mêrê wê ji rastbêjan be.”[2]

Di vir de her sonda ku zilam “Xwedê şahid e ku ez rast dibêjim” dixwe, mîna şahidekî hatiye qebûlkirin. Zilam, vê sondê çar caran dubare dike û bi vî awayî hem sondên zilam dikevin şûna çar şahidan û hem jî cezayê “hedê qezfê” yanî ji cezayê hedê bêbextiya zinayê, xelas dibe.

Gotina pîrekê “Xwedê şahid e ku, mêrê min derewan dike” mîna şahidekî hatiye qebûlkirin. Dubarekirina wê çar caran jî dikeve hukmê çar şahidan û ji cezayê zinayê xelas dibe. Bi vî awayî, şahdeyiya zilam çar caran û li hember wê şahdeyiya pîrekê dikevin ber hev. Û yeksan tên qebûlkirin.



[1] Nîsa, 4/15.

[2] Nûr, 24/6-9.

Facebook'ta PaylaşTwitter'da Paylaş
Bu Kategorideki Diğer Yazılar:
Sıra     Başlık Tarih    Okunma    
1 Pîreka ku di dema ‘ideyê xwe ji mal derkeve, gelo hatiye berdan an na? 24.01.14 1.569
2 Ma mafê pîrekê heye ku xwe berde? 24.01.14 1.575
3 Dema meriv pîreka xwe ya berdayî ji malê derxe, telaq pêk tê? Ma ev jî ne fermana Xwedê ye? 24.01.14 1.455
4 Ma pîrek dikare mafê xweberdanê ji mêrê xwe bigire? 24.01.14 1.574
5 Piştî berdana pîrekê dema meriv li jina xwe vegere, ma divê ku nîkaheke nû were birîn? 24.01.14 1.516
6 Ma pîrek dikare doza berdanê li zilamê ku li mala xwe ne miqate ye û erka xwe ya mêrantiyê neyîne cih, bike? 24.01.14 1.517
7 Ma rast e ku pîreka mêrê wê miriye, heta ‘ideyê wê neqede nikare ji mala xwe derkeve? 24.01.14 1.637
8 Di meseleya îftidayê de, gelo çima pîrek divê ku mehrê li mêrê xwe vegerîne? 24.01.14 1.430
9 Gelo ‘ideyê pîreka ku cara sêyem hatibe berdan, çiqas e? 24.01.14 1.568
10 Pîreka ku bi rêya îftidayê ji mêrê xwe qetiya be, ma dikare dîsa pê re bizewice? 24.01.14 1.524
11 Mêr û jina ku dev ji hev berdin, dê parvekirina mal di navbera wan de çawa bê kirin? 24.01.14 1.452
12 Berdaneke rast û durist divê ku çawa be? 24.01.14 1.366
13 Gelo pîrek, bi gotina mêrê wê “min tu berdayî”, tê berdan na na? 24.01.14 1.486
14 Hukmê berdana formalite çi ye? 24.01.14 1.511
15 Ma berdana bi sê telaqan çawa çêdibe? 24.01.14 1.468
16 Ma şertên ku ji bo jinberdanê pêwîst in çi ne? 24.01.14 1.428
17 Dema pîrek doza berdanê veke, malê wan dê çawa were parvekirin? 24.01.14 1.588
18 Berdana ku ne li gorî ayetên pêşî ji sûreyê Telaq be, gelo durist e yan na? 24.01.14 1.530
19 Ma meriv dikare di hundirê ‘ideyê de jina xwe cara duyem berde? 24.01.14 1.493
20 Lîstina pîreka bi mêr li hember zilamên biyanî, ma dibe sedem ji bo xerabûna nîkaha wê? 24.01.14 1.556
21 Dema şahid tune bin, gelo telaq pêk tê yan na? 24.01.14 1.447
22 Gelo mehr ji pîreka ku berî zîfafê hatibe berdan re heye? 24.01.14 1.281
23 Ma vekirina cihên mehrem tu bandorê li nîkaha pîrekê dike? 24.01.14 1.419
24 Ma di berdanê de şahid, di dema telaq yan dema tefrîqê de tên girtin? 24.01.14 1.632
25 Berdana berî zîfafê 24.01.14 1.572
26 Eger mêr angaşt bike ku pîreka wî zina kiriye, divê çi bike? 24.01.14 1.537
27 Ji bo lihevanîna mêr û jinê, meriv kengî dikeve dewrê? 24.01.14 1.481
28 Ma pîreka ku piştî nîkah û xelweta sehîh e hatibe berdan, mehr jê re dikeve yan na? 24.01.14 1.516
29 Di huqûqa Îslamê de nefeqe û pêdiviyên zarokan li ser kê ye? 24.01.14 1.551
30 Di berdana beriya zîfafê de, gelo dîsa jî şert e ku di hizûra du şahidan de pêk were? 24.01.14 1.480
31 Di kîjan rewşan de pîrek dikare doza berdanê li mêrê xwe veke? 24.01.14 1.464
32 Mena bêjeya ‘idde çi ye? 24.01.14 1.491
33 Di kîjan halan de lazim e ku mêr, mehrê bide pîrekê? 24.01.14 1.585
34 Pîreka ku hatiye berdan, kengî dikare bi yekî din re bizewice? 24.01.14 1.405
35 Ma li gorî Qur’anê, berdana bi şert durist e yan na? 24.01.14 1.320
36 Gelo hikmetê pîreka ku hatiye berdan sê paqijiyan disekine çi ye? 24.01.14 1.475
37 Berdana di gava hêrsbûnê de, gelo pêk tê yan na? 24.01.14 1.542