Fetwayen Kurdi
Sêhr çi ye?

Sêhr çi ye?

Pirs: Sêhr çi ye?

Bersiv: Efsûn ango sêhr çavgirêdan, dek û hîlebazî ye. Ev jî ji ber ku -sedema heqîqî ya di tiştan de veşartî-, bi awayekî din tê xeyalkirin. Ji ber ku efsûngerî dibe sedem ji bo ditîna tiştên rast bi awayekî şaş û yên şaş mîna ku rast bin; xeyalê wekî rasteqîn û rasteqînê jî wekî xeyalê dide nîşandan, tiştekî kirêt û xerab e.

Mesela; Hezretî Mûsa (s.a.w) dema wekî mûcizeyekê gopalê xwe diavêje dibe marekî mezin. Li hemberî vê bûyerê Fîrewn, bangî sêhrbazên xwe dike û alîkariyê ji wan dixwaze. Sêhrbazan jî çavê gel boyax kirine û ew tirsandine[1], ben û gopalên avêtine mîna ku baz bidin, dane nîşndan.[2]

Li gorî di hin tefsîran de hatiye ragihandin sêhrbazan, roviyên mihan tije civa kirine, dema ji jor ve dihat girtin mîna gopal û dema ji navê ve pê bihata girtin mîna ben xuya dikir û wan, ew rovî avêtine ser qûma germ. Dema civa di hundirê roviyan de ji ber germa zêde diliviya rovî, mîna mar xwe badidan. Mirovên ji bo ditîna maran hatibûn li hember wî dîmenî ditirsiyan û mîna marên ku bibezin, ew didîtin.

Dema Hezretî Mûsa gopalê xwe diavêje, marên sêrhbazan dadiqultîne û ji ber ku yên ku li vir hazirin, di serî de sêhrbaz têdigihîjin ku ya Hezretî Mûsa ne efsûn e, derin secdeyê û baweriyê bi Hezretî Mûsa tînin.[3]

Di xwezayê de qanûnên ku em pê nizanin pir in. Hin kes dibe ku hin qanûnan hîn bibe û bi wan li însanan bandorê bike. Mesela; li cihên ku televîzyon bi tu awayî nayê zanîn, pêkan e ku mirov bi weşana televîzyonê wan têxe bin bandorê. Rê û rêbazên ku ji bo sêhrê tên bikaranîn, bi îcad û pêşketinên nû, dibe ku biguherin.

Bi rêya cinan jî mumkin e ku sêhr bê kirin. Mesela; yekî ku têkilatiya wî bi cinan re hebe, da ku însên têxe bin bandora xwe, agahiyan di derbarê kesê ku tê cem ji cinekî bistîne û jê re bibêje. Her dem mumkin e mirov, hin kesên ku dibêjin “Bê ku ez tiştekî biaxivim navê min derxist, ez çi karî dikim, têkilatiyên min ên bi hevalên min û hwd.” û qîmeteke zêde bidê û têkeve bin bandora wî, bibîne hene.

Karê ku sêhrbaz dikin, ji ber ku rastiya mijarê ji mirovan vedişêrin û xwe însanên xwedî hêzên awarte û mezin didin nîşandan û dixwazin mirovan bi vî awayî bixin bin bandora xwe, karekî heram e. Di heman demê de ji ber ku hêz û qaweteke ku Xwedê Teala nedabe tu kesî û meriv bibêje ew hêz û qawet bi min re heye; didin nîşandan ku ew jî dikarin hin cureyên ji desthilatdariya ku ji taybetiyên Xwedê Teala ne, bikin, bi vê yekê dikevin şirkê. Yanî di wan cureyan de xwe hevparê Xwedê Teala dibîne.



[1] E‘raf, 7/116.

[2] Taha, 20/66.

[3] E‘raf, 7/120.



[1] E‘raf, 7/116.

[2] Taha, 20/66.

[3] E‘raf, 7/120.