Fetwayen Kurdi
Gunehê kesên sêhrê dikin û yên didin kirin çi ye?

Gunehê kesên sêhrê dikin û yên didin kirin çi ye?

Pirs: Di dînê Îslamê de gunehê kesê ku sêhrê dike û yê dide kirin çi ye?

Bersiv: Sêhr, ji gotin û kirinên bi rê û rêbazên ku yên li hember wan in pê nizanin, bi intibaya ku mirov xwedîhêz û qeweteke awarte ye, da ku bandorê li însanan bike û qezenca ne li rê bidest bixe re tê gotin. Ji ber ku esasê wê li ser derawan tê avakirin, bi rêya sêhrê tu encam nayê bidestxistin. Xwedê Teala wiha ferman dike: “Sêrbaz li ku dibe bila bibe bi ser nakeve.”[1]

Kesê sêhrbaz, bi intibaya ku qawet û hêzeke wî ya awarte heye, xwe dike Xweda. Pêxemberê me (s.a.w) wiha gotiye: “Kî sêhrê bike, ew dikeve şirkê.”[2]

Ên dibêjin ku em agahiyên pêşerojê dizanin jî hene. Pêxemberê (s.a.w) di derbarê wan de wiha gotiye:

Kesê ku here ba kahinekî (ê ku agahiyê pêşerojê dide) û tiştekî bipirse û gotina wî rast bidêre, heta çil rojî limêja wî qebûl nabe.[3]

Mebest ji neqebûlbûna limêja wî heta çil rojî, yanî heta çil rojî xêra limêjê jê re tune ye. Ne ku divê piştre wan limêjan ji nû ve bike.



[1] Taha, 20/69.

[2] Nesaî, Tehrîm, 19.

[3] Muslim, Selam, 125 (2230).