Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare bi lensan desmêj bigire?

Ma mirov dikare bi lensan desmêj bigire?

Pirs: Di çavên min de lens hene. Hin caran derfeta ku ez wan derxim û desmêj bigirim nabînim û digel lensan desmêj digirim. Gelo desmêja min durist e yan na?

Bersiv: Şûştina hundirê çavan, çi ji bo desmêjê çi jî ji bo xuslê ne ferz e. Ji ber vê yêkê tu eleqeya lensan û desmêj û xuslê bi hev re tune ye. Bê derxistina lensan jî desmêjgirtin durist e.