Fetwayen Kurdi
Ji bo xelasiya ji bandora sêhrê divê meriv çi bike?

Ji bo xelasiya ji bandora sêhrê divê meriv çi bike?

Pirs: Dibêjin sêhreke ku li malbata min hatiye kirin, li min jî bandorê dike. Ji bo vî tiştî divê mirov çi bike?

Bersiv: Sêhr, bandoreke giran ya derûnî li ser mirovan peyda dike. Betalkirina sêhrê jî tê menaya rakirina wê bandorê. Ji bo wê jî mirov naçe ba sêhrbaz. Tiştê wê bê kirin, kirina karên ku baweriya mirov dê li mirov vegerîne. Di vê mijarê de xwendina Qur’anê digel fêhmkirin û hizirîna mena ayetên wê, dê bandoreke erênî li mirov peyda dike.

Tiştên mîna sêhrê, însanan bêhuzûr û dilê wan nerihet dike. Ji vê bonê însan dixwaze dilê xwe rihet bike. Ji taybetmendiyeke Qur’ana Pîroz e ku her çiqas bê xwendin însan bêhtir aram û bihizûr dike. Lewra ew ji bo însanan rehmet û şîfa ye:

Gelî mirovan! Ji cem Xwedayê we, ji bo we şîretek, ji dilan re şîfayek û ji bo bawermendan jî rêber û rehmetek hatiye.”[1]

Em ji Qur’anê hin ayetên wisa dişînin ku ew ji bawermendan re şîfa û rehmet in û ew li zaliman, ji ziyanê pê ve tu tiştî zêde nake.”[2]

Navekî Qur’anê yî din jî “zikr”e:

Bêguman Me zikir (Qur’an) hinartiye û teqez Em bi xwe jî dê wê biparêzin.”[3]

Xwedayê ku Qur’ana Pîroz bi “zikir” wesifandiye, radigihîne ku dil encax bi xwendina wî zikrî huzûr û aramiyê dibîne:

(Ew) ên ku bawerî bi Xwedê anîn û dilên wan bi bîranîna (zikrê) Xwedê rihet û aram in. Agahdar bin, dil bes bi zikr û bîranîna Xwedê rihet û aram dibin.”[4]

Xwendina Qur’anê mîna ku di van ayetan de îşaret bi bal ve hat kirin, mirov dixe aramiyê, dibe şîfa û sedem ji bo dilrihetiyê. Ji vê bonê kesê misilman divê ku her dem Qur’anê digel fêhmkirin bixwîne û tiştên jê hîn dibe di jiyana xwe bîne cih, da ku li hember hemî xerabî û sêhran, jê re bibe sîper û parêzer.



[1] Yûnus, 10/57.

[2] Îsra, 17/82.

[3] Hicr, 15/9.

[4] Re‘d, 13/28.