Fetwayen Kurdi
Wefq çi ye?

Wefq çi ye?

Pirs: Wefq çi ye? Gelo di kirina Wefqê de tu mehzûrek heye yan na?

Bersiv: Wefq (اَلْوَفْقُ); cureyekî ji tilsimên ku mirov herf, jimar, gotin, esmayê husna, ayet û sûreyan li gorî pergalekê di hundirê çargoşeyekê de binivîse û pê li menayên veşartî bigere.

Wefq, ku mirov herfên ebcedê, li ser esasê qîmeta wan a jimarî, cuda û bi awayên ku nayên fêhmê mirov wan çêbike û duayan bi jimar û bi şeklên endaze û geometrik binivîse.

Wefq di ferhengê de bi mena “hevsaz, lêhatî, munasib”e; ev, xwe dispêre fikra -komek ji Hurûfiyan- dema herf bi tenê yan jî di halê ku bi hev re bin taybetiyên wan (xewas) hene û eleqeya wê bi fikra ku herf û jimar wateyên efsûnî di xwe de digirin, heye.

Tu bingeheke wê ya olî û zanyarî tune ye. Di dema Ereban ya cahiliyê de nisbeten agahî di derbarê wefqê de hebû û tê texmînkirin ku ji welatê Hindîstan û Sebiîyan derbasî erdnigariya Îslamê bûye.

Kesên ku vî karî dikin, piştre dibêjin ku em ji vê şîfa, derman û rêyên xelasiyê bi dest dixin. Tiştên wiha di dînê me de tu cih jê re tune ye. Teqez divê mirov xwe jê dûr bigire. Ji bo agahiyên berfirehtir binihêrin.[1]



[1] İlyas Çelebi, “Vefk”, Ansîklopediya Îslamî ya Weqfa Dîyanetê (DİA), XLII, 605-607.