Fetwayen Kurdi
Gava bi dilê malbatê jî be, ma mirov dikare bi destê hev bigire?

Gava bi dilê malbatê jî be, ma mirov dikare bi destê hev bigire?

Pirs: Seyda, ez û hevalê xwe li hev ne mahrkirî ne, lê riza malbatan pê heye. Di vê rewşê de ma guneh e ku em bi destê hev bigirin û ev dikeve bin hukmê zinayê?

Bersiv: Rizaya malbatê ji bo nîkahê, tê wateya ku ew ji bo zewaca we riza xwe nîşan bidin. Ango gava ew zewaca bipejirînin, wê gavê meriv dikare ji riza wan behs bike. Perijandina wan a hevaltiya we, têr nake. Ji ber vê yekê heta ku nîkaheke rast û durist di navbera we de neyê birîn, ne caiz e ku hûn bi destê hev bigirin.