Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare bi mebesta zewacê bi salan bi yekê re hevaltiyê bike?

Ma mirov dikare bi mebesta zewacê bi salan bi yekê re hevaltiyê bike?

Pirs: We di bersiva pirseke ku ji we hatibû kirin wiha gotiye “Bi mebesta zewacê di axaftina du kesên ku ji hev hez dikin de tu pirsgirêk tune ye. Cihê girîngiyê ye ku bi tena serê xwe nemînin û bi destê hev negirin.” Ev 8 sal e ku em bi hev re xeber didin û jixwe ev 6-7 sal e ku niyeta me ya zewacê heye. Baş e, wê gavê rewşa me çi ye?

Bersiv: Xeberdana 8 salan nakeve bin tarîfa “hevnaskirina bi mebesta zewacê.” Kesê ku niyeta we ya zewacê pê re heye piştî borîna demeke ku êdî hûn hevdu nas bikin –li gorî rewşê– ya bilezgînî hûn ê dest bi amadekariyên zewacê bikin an jî hûn ê dawiyê li vê têlikatiyê bînin. Lewra piştî vê êdî ev tiştê han dizivire bal karê flortê –rewşa we jî ew e– û jixwe flort jî di dînê Îslamê de hatiye qedexekirin.

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=3770

Ji ber vê yekê zanyaran gotine ku dema hevnaskirina ji bo zewacê, divê ku bi çend mehan were sînorkirin. Divê mirov van herdu rewşan bi hevdu şaş meke, levlîhev neke.

Ji kerema xwe re li bersiva di lînka jêr de ye jî binihêrin:

http://www.fetva.net/goruntulu-fetvalar/kredi-cekmezsek-evlenemiyoruz-bile-peki-ne-yapacagiz.html