Fetwayen Kurdi
Ma “nîkaha dilan” heye?

Ma “nîkaha dilan” heye?

Pirs: Ev sê sal e ku ez bi yekî re me. Mirovekî bi bawerî ye û çûye hecê jî, lê belê dibêje ku nîkaheke bi navê nîkaha dînî tune ye, belbî “nîkaha dilan” heye û dibêje em helaliyê hev in. Ango dibêje “Li hafa Xwedê zewac, xwe dispêre dil.” Ez dixwazim di vê meseleyê de ramanên we fêr bibim?

Bersiv: Nîkaheke bi navê nîkaha dilan, ne mumkin e. Mixabin hin zilamên ku xwe oldar nîşan didin, bi van gotinên wiha jin/keçên nûciwan dixapînin. Xwişkên me divê li hemberî tiştên bi vî rengî gelekî bihizir bin û tu carî îtibarê bi peyvên van nekin.

Li gorî dînê me zilam û pîreka ku mahra wan li hev dibe, encax bi nîkahê dikarin werin cem hev. Nîkah jî gava di bin kontrolê de were birîn, dibe muteber. Ev kontrol jî di serî de ji aliyê weliyê keçikê ve, yanî ji aliyê balbata wê ve tê kirin. Nîkah bê xebera malbatê nayê birîn. Gava malbat bê sebekekî meşru û lirê pirsgirêkê derxe, wê gavê rayedarê wê herêmê kî be ew dê nîkahê kontrol bike û bibire.