Fetwayen Kurdi
Ma mêr dikare mudaxeleyî pereyê jina xwe bike?

Ma mêr dikare mudaxeleyî pereyê jina xwe bike?

Pirs: Li gorî dînê Îslamê, ma mafê mêran heye ku mudaxeleyî kara pîrekan, malê wan û ka li ku xerc dikin, bikin?

Bersiv: Di mijarên wiha de, ne rast e ku mirov li aliyekî guh bidêre û bersivê bide. Lê belê wekî rêgezê em dikarin van xalên li jêr bibêjin:

1. Mêr nikare têkilî pereyê pîreka xwe bibe. Bê destûra wê, nikare dest bide malê wê.

2. Çawa ku lazim e mêr mehra jina xwe bide herwiha divê hewcedariyên ji cil û bergan, xwarin û vexwarin û cihê mayinê temin bike. Piştî ku ew tişt pêk anîn êdî jin jî nikare têkilî pereyê mêr bibe.

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=3785

Lê belê zewac, ji jiyana nav nivînan bi tenê pêk nayê. Mêr û jin da ku jiyaneke dûr û dirêj bi hev re derbas bikin û da ku aramî û huzûrê bibînin zewicîne. Ji ber vê yekê çi mêr dibe çi jî pîrek, divê di serfkirin û xerckirinên payebilin de bi hev re bişêwirin, xwe ji hal û hereketên ku dê hevdu xemgîn bikin, dûr bigirin.

Hûn dikarin di derbarê îxtîlafên mêr-jinê û rêyên çareseriyê ji nivîsa me ya li lînka jêr de ye bixwînin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/gunumuzde-kari-koca-ihtilafinin-sebepleri.html