Fetwayen Kurdi
Ma di desmêjê de muwalat ango şûştina endamên desmêjê li pey hev, ferz e?

Ma di desmêjê de muwalat ango şûştina endamên desmêjê li pey hev, ferz e?

Pirs: Ma çêdibe ku mirov beriya lingên xwe bişû, dest û rûyê xwe ziwa bike û piştre lingên xwe bişû?

Bersiv: Muwalat” ango şûştina ‘ezayên desmêjê li pey hev û bê navber di mezhebê Henefî û Şafiî de sunet e û li gorî mezhebê Malikî û Henbelî ferz e.[1]

Lê belê li gorî ayeta 6’mîn ji sûreyê Maîde ya ku desmêjê bi me dide danasandin û li gorî hedîsên ku di derbarê desmêjê de hatine ragihandin, mirov nikare bibêje ku “muwalat” ferz e. Lê belê dîsa jî ya baş ew e ku mirov piştî şûştina her endamekî, bê ku bi tiştekî din mijûl bibe dest bi şûştina ‘ezayê din bike û ziwakirina wan, bihêle dawî.



[1] Bnh. Wehbe Zuheylî, el-Fiqhu’l-Îslamî we Edîlletûh, I, 233-234.