Fetwayen Kurdi
Ma di marê de şahidiya Xwedê bi tenê ne kafî ye?

Ma di marê de şahidiya Xwedê bi tenê ne kafî ye?

Pirs: Madem me Xwedê Teala kiriye şahidê marê, wê gavê çi hewcedarî bi şahidtiya malbatê heye?

Bersiv: Di mahrê de şahid jî têr nake, belbî divê gelek kes li wir hazir bin û wê zewacê bibînin. Xwedê Teala wiha feman dike:

“Ezebên xwe, bizewicînin…”[1]

“…Eger (jin) li gorî me‘rûfê[2] bi mêrê xwe re lihevhatinê pêk bînin, mebin asteng li ber zewaca wan. …”[3]

Ev û ayetên mîna van, kontrolkirina zewacê pêwîst didêrin. Ji vê bonê nîkaha ku bi tenê di hizûra du şahidan de tê birîn nabe mar, belbî divê were konltrolkirin û haya gelek kesên Musliman ji vê zewacê çêbibe.

Ji aliyê dînî ve jin û mêrekî ku di zewaca wan de tu pirsgirêk tune ye, heta ku mara xwe nebirin nikarin bi tena serê xwe li ba hev bimînin, bi dest hev bigirin û hwd. ev rê û rêzana han me daneniye; belbî rê û rêzanên ku ji aliyê Xwedê ve hatine destnîşankirin. Em ji bo îmtihan û ceribandinê hatine dinyayê. Di vê rewşê de temamê qayde û rêzanan Ew datîne, ne em! Erka me jî ku em li gorî wê rêyê bimeşin. Di axretê de dê diyar bibe ka kî bêhtir li gorî wê rêyê tev geriyaye û li gorî wê dê li hinekan dilovanî bike û hinekên din jî seza bike.

Di malpera me www.suleymaniyevakfi.org de di bin sernavê Nikâh/Evlilik de 4 nivîsên me hene. heke hûn wan nivîsan bihizir bixwînin, hûn ê bikaribin bersivên zelal û aşkere di derbarê pirsên xwe de bi dest bixin. Gava hûn nivîsên li ser meseleyên cihê welî di nîkahê de, nîkaha bê welî, nîkaha bi dizî bixwînin, hûn ê digel delîlan fêr bibin ku nîkah bi dizî nayê birîn, malbat nikarin bi darê zorê keçên xwe bidin zewicandin an jî nikarin bê sebeb bibin asteng li pêşiya zewaca wan û hwd.



[1] Nûr, 24/32.

[2] Mena me‘rûfê; tiştê me‘lûm û tê zanîn e. Ev zanebûn ya ji ‘urf û adetan an jî ji Qur’an û Suneta Pêxember (s.a.v) tê bidestxistin. Eger ji ‘urf û adetan hatibe bidestxistin divê ne li dijî Qur’an û Sunetê be. Zanebûnek wiha dîn û aql, wê baş û rast didêrin.

[3] Beqere, 2/232.