Fetwayen Kurdi
Ma dibe em mara xwe bibirin da ku em nekevin gunehan?

Ma dibe em mara xwe bibirin da ku em nekevin gunehan?

Pirs: Ev nêzî 2,5 nîva ye ku ez bi hevaleke xwe re me. Tu munasebeta me bi hev re çênebûye û qet qet çênabe jî. Lê belê gava em bi hev re digerin, bivê nevê em bi destê hev digirin û gava em ji hev diqetin jî em hevdu hembêz dikin. Ji aliyê dînî em kirina me çawa tê nirxandin? Ma em dikarin niha nîkaha xwe ya dînî bibirin? Sebebê nîkahê jî, ne ji bo ku em bi hev re razên; belbî da ku tiştên ji me re heram in ji holê rabin. Gelo em dikarin bikin?   

Bersiv: Ji aliyê dînî ve jin û mêrekî ku di zewaca wan de tu pirsgirêk tune ye, heta ku mara xwe nebirin nikarin bi tena serê xwe li ba hev bimînin, bi dest hev bigirin. Ji bo ku mirov bi destê hev bigire, nabe ku nîkah were birîn! Mar yek e û gava were birîn jî jiyana mêr û jinantiyê dest pê dike. Di vê rewşê de tu mentiqa biderengxistina munasebeta cinsî heta piştî nîkaha resmî tune ye.

Nîkah, bi lihevkirin û tifaqa keç û kur bi tenê nayê birîn. Ji bo vê hin şert hene; divê ew werin cî. Ana na, nîkaha ku tê birîn nabe muteber.

Ji bo nîkahê di serî de destûr ango pesendkirina weliyê keçikê lazim e. Piştre diyarkirina mera ku dê mêr bide jinê. Herî dawî jî lazim e ku nîkaha hatiye birîn were îlankirin. Jixwe nîkah, ku ji civakê re were îlankirin ku keç û kur êdî mêr û jina hev in. Ji ber vê yekê nîkaha bê xebera malbatê, bi dizî were birîn dê ne muteber be.

Bi mebesta ku hûn nekevin gunehan nîkah nayê brîn. Divê hûn bi lezgînî rengê fermiyetê bidin vî karî. Lewra di dînê me de jiyana flortê hatiye qedexekirin.