Fetwayen Kurdi
Bavê min li dijî nîkaha dînî ye. Ma dîsa jî ez ê destûrê jê bixwazim?

Bavê min li dijî nîkaha dînî ye. Ma dîsa jî ez ê destûrê jê bixwazim?

Pirs: Tê gotin ku gava destûra weliyê keçikê tune be, nîkaha dînî nayê birîn. Lê belê baweriya bavê min tune ye û li dijî nîkaha dînî ye jî. Dergîstiyê min jî digel mara fermî, nîkaha dînî jî daxwaz dike. Di vê rewşê de nîkaha min a dînî, ma dê ne muteber be? 

Bersiv: Di nîkahê de tiştê esas û bingehîn, kontrol e. Di roja me de ev, bi saya mara fermî ji aliyê huqûqî ve tê bidestxistin. Piştî we mara xwe ya resmî birî, ger bavê we destûrê nede jî hûn dikarin nîkaha xwe ya dînî bibirin.

Nîkaha bê destûr hatiye birîn û ne muteber e, nîkaha ku ne bi rêya fermî ango ji aliyê tu meqaman ve nayê koltrolkirin û bi tenê keç-law li hev bikin û di hizûra du şahidan de hatibe birîn. Ji ber vê yekê nîkaha ku hûn ê piştî ya fermî bibirin, nîkaheke muteber e.