Fetwayen Kurdi
Gelo çima goştê hin însanên mirî, narize?

Gelo çima goştê hin însanên mirî, narize?

Pirs: Di Qur’an û suneta Pêxember (s.a.w) de agahiya ku piştî mirinê dê goştê însanan birize û hestiyên wan bimînin û wê Rebbê me, me wisa vejîne, derbas dibe. Lê belê, tê gotin ku hin kes piştî demekê dema gorî wan tê vekirin, tê dîtin ku laşê wan neriziyaye. Em van agahiyan ji rojnameyan û hwd. dixwînin û dibînin. Bi taybetî jî ev kesên han, ên ku bi hezaran însan li pey wan derin. Gelo dibe ku nerizîbûna laşê wan, nîşana ku ew li ser rêya rast in?

Bersiv: Xwedê Teala wiha ferman dike:

“Me hûn ji axê afirandine û Em ê dîsa we li wê vegerînin û careke din jî (piştî mirinê) Em ê we jê derînin.[1]

Li gorî ayetê însan hemî, di dawiya dawî de dê bibin ax. Rizîbûna laşê însên li gorî hin şert û mercên fizîkî yên curbicur e. Heta vejîn û afirandina ji nû ve, rizîbûna laşê mirov ku bibe ax dê temam bibe. Di navbera rizîbûna laşê însan û başî û nebaşiya wî tu têkilatî tune ye. Lewra cesedên Fîrewnan jî ji ber ku hatine mumyakirin neriziyane. Lê belê, beriya ku qiyamet rabe dema şert û merc pêk werin dê ew jî bibin ax.



[1] Taha, 20/55.