Fetwayen Kurdi
Eger mirî me nabihîsin, wê gavê ma çima em silavê li wan dikin?

Eger mirî me nabihîsin, wê gavê ma çima em silavê li wan dikin?

Pirs: Min bersiva pirsên ku di derbarê ziyareta goran hatine kirin xwendin û dixwazim bibêjim ku hema çi bigire ez temamê wan gotinên we jî dipejirînim. Mîna ku Cenabê Pêxemberê me jî kerem kiriye mebest ji serdana qebrê, bîranîna axretê ye. We jî ev hedîs nivîsandiye. Heke em herim, we gotiye divê ku hûn silavê li wan bikin û ji wan re dua bikin. Ev, bi min ji ber ku li dijî ayeta “Ew dengê we nabihîsin”e, min xwest ku ez bipirsim. Hûn dikarin bersiva xwe careke din di ber çava re derbas bikin?

Bersiv: Em silavê, ne ji bo ku em bi wan bidin bihîstin an jî li hêviya bersivekê bin, li wan dikin. Lewra selam, dua ye. Em ji ber şîreta ku Xwedê li me kiriye û ji ber pratîka Pêxemberê me, ji bo birayên xwe yên beriya me li ser îman û baweriya rast çûne silav didin û ji bo wan bi xêr û qenciyê dua dikin.

Ji aliyê din, li gorî ayeta “Yên sax û yên mirî ne wek hev in. Bêguman Xwedê kê bivê bi wî dide bihîstin. Lê tu nikarî bi miriyên di goran de bidî sehkirin.”[1], mumkin e ku Xwedê Teala bi xwe silava em li wan dikin bi wan dide bihîstin. Ango em nikarin bidin bihîstin, lê Xwedê Teala dikare.

Em tewsiye dikin hûn pirs û bersiva ku behsa wê li jor hat kirin ji navnîşana li jêr bixwînin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=3844



[1] Fatir, 35/22.