Fetwayen Kurdi
Hukmê limêja li ser zarokên ji ber diya xwe çûne yan jî nîvcî çêbûne û mirine çi ye?

Hukmê limêja li ser zarokên ji ber diya xwe çûne yan jî nîvcî çêbûne û mirine çi ye?

Pirs: Gelo şûştin û limêjkirina li ser zarokên ku ji ber diya xwe çûne yan jî yên bi mirîtî hatine dinyayê, ferz e yan na?

Bersiv: Eger zarok kêmî çar mehan be û hatibe dinyayê, nayê şûştin û limêj jî li ser nayê kirin. Belbî dê cawek lê bê pêçandin û bê çalkirin. Di vê mêjarê tu îxtilaf û gelemşeyî tune ye. Lê belê eger zarok piştî çar mehan ji ber diya xwe çûbe, di vê meseleyê de du nerînên cuda hene:

Ya yekem: Eger zarok bi ruh hatibe dinyayê hem tê şûştin û hem jî limêj li ser tê kirin. Di vê mijarê de yekîtî û tifaq heye. Lê belê di rewşa ku zarok tê dinyayê û tu nîşanên saxbûnê li ser xuya neke li gorî mezhebê Henefî, Îmam Malik, el-Ewzaî û Hesenê Besrî, ev zarok tê şûştin, lê limêj li ser nayê kirin. Delîla wan jî ev hedîsa li jêr e:

 “Dema zarok tê dinyayê eger bigirî (yanî nîşanê saxbûnê lê xuya bike) û piştre bimire, limêj li ser tê kirin û mirov dibe mîratxwerê wî.”[1] wekî ku tê dîtin di vê hedîsê de ji bo limêja li ser zarok, girî yanî nîşana saxbûnê wekî şert hatiye danîn.[2]

Ya duyem: Tu ferq û cudahîtî di navbera ku zarok sax an jî mirî were dinyayê tune ye. Di herdu rewşan de jî limêj li ser tê kirin. Ehmed kurê Henbel, Seîd kurê Cubeyr, Îbn Sîrîn û Îshak kurê Raheweyh jî di wê nerînê de ne.

Ew di vê mijarê de piştî çar mehan pufkirina ruh di zikê dayikê de esas digirin. Lewra, piştî ku ruh dikeve bedena cenîn, êdî dibe însanekî tam. Mîna zarokê ku bi saxîtî hatibe dinyayê û miribe, limêj li ser tê kirin. Xwediyên vê nerînê, hedîsa ku li jor behsa wê hat kirin “mudterib”[3] dibînin û dibêjin, ew hedîs li dijî hedîsa ku behsa pufkirina ruh dike yanî “muarid”ê wê ye. Ji ber vê yêkê dibêjin ku ew hedîs, bi delîltî nayê qebûlkirin.[4]

Ev nerîna dawî, munasibî Qur’anê ye. Lewra, li gorî Qur’anê piştî ku bedena zarok temam dibe û ruh tê pufkirin. êdî ew dibe însanekî tam û kamil. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Ew Xwedayê ku her tişt bedew çêkiriye û afirandine însên ji heriyê dest pê kiriye. Piştre zuriyeta însên ji dilopek ava lawaz çêkiriye. Piştre dirûv daye însên, ji ruhê ku mexluqê Wî ye pif kiriyê û ji we re guh, çav û dil çêkirine. Hûn Xwedayê xwe çiqas hindik dişêkirînin![5]

Wexta em ayetên Qur’ana Pîroz didin ber hev, em dibînin ku ruh di hefta 16’mîn de dikeve bedena cenîn. Xwedê Teala wiha ferman dike:

Me li însan ferman kir ku ji dê û bavê xwe re baş bin. Lewra dayika wî, bi çi zor û zehmetiyan ew di zikê xwe de hilgirtiye. Bişîrvekirina wî jî du salan dewam dike…”[6]

Me li însan ferman kir ku ji dê û bavê xwe re baş bin. Dayika wî bi zehmetî ew hilgirtiye û bi zehmetî ew welidandiye. Hilgirtina wî û bişîrvekirina wî sih mehî dewam dike…”[7]

Dema şîrdayinê 24 meh in. Ev digel zemanê hilgirtina zarokê di zikê dayikê de ango ku cenîn dibe wekî însanekî kamil bi hev re digihêje sîh mehî. Di vir de ew dema ku behsa wê tê kirin şeş meh in. Zemanê bi hemilbûn/avisiyê ji çil hefteyan hinekî zêdetir e. Ango 282 roj tê qebûlkirin. Şeş meh, ji ber ku dê bi mehên heyvê bên hesabkirin û bi kêmasî mirov sê mehan jê 29 roj hesab bike bi tevahî dike 177 roj. Wexta em van rojan ji 282’an derxin, dimîne 105 roj. Ku em wan jî li hefteyan parve bikin, 15 hefte dertê holê. Piştî wê hefta 16’mîn tê. Destpêka şeş mehan hefta 16’mîn ya ku tê de ruh tê pufkirin e.

Qur’ana Pîroz piştî wê heftê, navê însan li cenînê dike. Ji ber vê yêkê mîna ku di nerîna duyem de hatibû îfadekirin, piştî vê mehê eger zarok bi miritî jî hatibe dinyayê mîna însanên din divê ku cenazeyê wî bê şûştin û limêj li ser bê kirin.



[1] Ebû Dawûd, Cenaiz, 44-45; Nesaî, Cenaiz, 26; Darimî, Feraid, 47.

[2] Seyyid Sabiq, Fuqhu’s-Sunne, çapa 12’mîn, Muessesetu’r-Risale, Beyrût 1996, I, 277.

[3] Hedîsa “mudterib” hedîsa ku bi çend awayên mîna hev hatibe riwayetkirin û meriv nikaribe yekê li ser yekê terhic bike û dev ji awayên din berde. Cudahîtiya di navbera wan awayan de dibe ku ji rawîyekî bi tenê be an jî ji çend rawiyan hatibe riwayetkirin. Ev jî di halê hemî rawiyên ku di zincîra senedê de ne, siqet bin ango bawerî bi wan bê.

[4] Bnh. Seyyid Sabiq, Fuqhu’s-Sunne, çapa 12’mîn, Muessesetu’r-Risale, Beyrût 1996, I, 277.

[5] Secde, 32/7-9.

[6] Loqman, 31/14.

[7] Ehqaf, 46/15.