Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare di roja cejnê de biçe ziyareta goristanê?

Ma mirov dikare di roja cejnê de biçe ziyareta goristanê?

Pirs: Li gorî çand û kevneşopiya me, serê sibeha roja cejnê piştî nimêjê mirov diçin ziyareta goristanê. Hin seydayan gotine ku divê ziyareta goran, ne di roja cejnê de; belbî roja berî îdê were kirin.  Ma rastiya vê meseleyê çi ye?

Bersiv: Di roja cejnê de ziyareta goristanê, ne fermana Xwedê Teala ye. Ev, çand û kevneşopiyek e. Di vê mijarê de tu qedexeyek dînî tune ye. Ji ber ku cejn, rojên kêf û şahiyê ne, bûye adet ku li hin deveran ziyareta goristanê roja berî îdê were kirin.