Fetwayen Kurdi
Ma mirî li benda kesên ku tên ziyareta wan in?

Ma mirî li benda kesên ku tên ziyareta wan in?

Pirs: Ma miriyên di gorê de li hêviya kesê ku dê werin serdana wan in?

Bersiv: Tiştê ku em dikarin ji miriyên xwe re bikin, bi tenê ku em ji wan re duayên bi xêrê bikin. Ji bo duakirinê jî çûna goristanê ne pêwîst e.

Serdana gorê, ji miriyan bêhtir ji bo saxan hewce ye. Lewra ew ziyaret, dê mirin û jiyana axretê bixe bîra kesê li heyatê ye. Pêxemberê me jî, ji ber vê sedemê serdana qebran li me şîret kiriye û wiha kerem kiriye: “Qebran ziyaret bikin, lewra ev, dê axretê/mirinê bixe bîra we.[1]

Di malpera me de ahagiyên berfireh di derbarê ziyareta qebrê û tiştê ku mirov dê ji miriyên xwe re bike, hene. Ji kerema xwe re serî li navnîşanên li jêr bidin:

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=3102

http://www.fetwayenkurdi.com/?p=3831



[1] Muslim, Cenaiz, 108; Tirmizî, Cenaiz, 60; Nesaî, Cenaiz, 101; Îbn Mace, Cenaiz, 47, 48.