Fetwayen Kurdi
Ma bijîşk dikarin ji nexweşên xwe yên baş nabin ucretê bigirin?

Ma bijîşk dikarin ji nexweşên xwe yên baş nabin ucretê bigirin?

Pirs: Ma caiz e ku bijîşk ji nexweşên xwe yên tedawî dikin, lê baş nabin heqdest bistînin? Ma ev pere ji wan re helal e? 

Bersiv: Gava doktor nexweşên xwe tedawî dikin, ne lazim e ku ew kar teqez bi awayekî erênî encam bide. Dibe ku hin nexweşiyên wî yên din hebin, dermanên ku bijîşk dane bikar neanîbe yan jî çewt bikar anîne, li xwe ne miqate be û hwd. Heke bijîşk erka xwe ya doktoriyê pêk anîbe, dibe musteheqê girtina heqdestê xwe.