Fetwayen Kurdi
Piştî mirina zarokên biçûk, divê meriv çi bike?

Piştî mirina zarokên biçûk, divê meriv çi bike?

Pirs: Piştî mirina zarokên biçûk divê mirov çi bike? Ên balix bin mirov ji bo wan wiha dua dike “Xwedê Teala gunehên wî bibexşîne” û Qur’ana Pîroz dixwîne. Lê belê ji bo yên bê guheh mirov dê çi duayî bike?

 Bersiv: Zarokên ku beriya dema balixbûnê miribin, ew bê guneh in û ew ji ehlê bihiştê ne. Ji vê bonê duakirina ji bo bexşandina gunehên wan ne hewce ye.

Encax Îmam Buxarî, di derbarê zarokên mirî yên biçûk de ji Hesenê Besrî yê ku ji pêşengên nesla tabiîyan e, wiha radigihîne:

“Kesê ku li ser cenazeyê yên biçûk (bi îmamtî) limêjê dike, dê fatîhayê bixwîne. Piştre wiha dua bike:

اَللًّهُمَّ اجْعَلْهُ لَنا فَرَطاً وسَلَفاً وأَجْراً

Xwendina wê: Ellahummec‘alhû lena faratan we selefen we ecran.

“Ya Rebbê me, vi zarokî –di bihiştê de– ji me re bike pêşwazîker, rûmetdar û xelata axretê.[1]

Di limêja li ser cenazeyê zarokan de ev dua her daîm bûye adet. Vî duayî mirov her dem dikare bike. Ji xeyrî vî, tiştekî pêwîst ku mirov bike tune ye.



[1] Buxarî, Cenaiz, 65.