Fetwayen Kurdi
Ma mirov dikare tesbît bike ka leyletul-qedr di kîjan şevê de ye?

Ma mirov dikare tesbît bike ka leyletul-qedr di kîjan şevê de ye?

Pirs: Min li ser îneternetê tiştekî wiha xwend: “Îmam Şe‘ranî, li gorî rojên meha Remezanê yên pêşî, tesbît kiriye ka şeva qedrê (ango leyletul-qedrê) kengî ye. Ew, li gorî vê tarîfê, sî salî bi şeva leyletul-qedrê şerefyar bûye.  Gelek dostên Xwedê jî bi vê rê û rêzanê şeva leyletul-qedrê dîtine. Li gorî vê, heke meha Remezanê roja Yekşemê dest pê bike şeva 29an, roja Duşemê be şeva 21an, roja Sêşemê be şeva 27an, roja Çarşemê be şeva 19an, roja Pêncşemê be şeva 25an, roja Înê be şeva 17an, roja Şemiyê be şeva 23an dibe şeva leyletul-qedrê.” Ma rastiya vê yekê heye?

Bersiv: Tu rastiya vî tiştî tuneye; lewra ev xwe naspêre tu delîlekê. Di hedîsa jêr de Pêxemberê me (s.a.w) bi awayekî zelal diyar kiriye ku şeva leyletul-qedrê pê hatiye jibîrkirin.

Ebû Se‘îd (x.j.q) radigihîne: Em di (meha) Remezanê de bi Pêxemberê me (s.a.w) re di deh rojên navîn de ketin îtikafê. Gava bû roja 20î, me alavên xwe birin (malên xwe). Piştre Qasidê Xwedê wiha got:

Kesên ku ketibûn îtikafê bila vegerin cihê îtikafa xwe. Lewra îşev şeva leyletul-qedrê ji min re hatibû nîşandan, lê piştre hat jibîrkirin. Hûn di deh rojên dawî di şevên fer de lê bigerin…”[1]

Piştî vê daxuyaniya Pêxemberê me, ne rast e ku mirov hin îlaveyan bike û angaşt bike ku şeva leyletul-qedrê tesbît kiriye.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê şeva leyletul-qedrê ji kerema xwe serî li navnîşana jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/kadir-gecesi-ve-itikaf.html



[1] Buxarî, Fedlu Leyleti’l-Qedr 2, 3, Îtikaf 1, 9, 13; Muslim, Siyam 213, (1167).