Fetwayen Kurdi
Hukmê kirina limêja mirî piştî definkirinê li ser gorê çi ye?

Hukmê kirina limêja mirî piştî definkirinê li ser gorê çi ye?

Pirs: Eger li ser mirî limêja cenaze nehatibe kirin, ma durist e ku mirov piştî definkirinê li ser gorê limêja wî bike yan na? Tiştekî din, li gorî Şafiîyan hukmê kirina limêja cenaze bi pêlavê çi ye?

Bersiv: Bi sedemekî ji sedeman eger li ser mirî limêja cenaze nehatibe kirin û bê limêj hatibe definkirin, piştre li ser gorê limêja wî tê kirin. Delîla vî tiştî, ev hedîsên li jêr in:

Ji Ebû Hureyre (x.j.q) hatiye ragihandin: Zilamekî zencî yan jî pîrekeke zencî, mizgeft paqij dikir. Rojekê ji rojan wefat dike. Encax Pêxember (s.a.w) ji mirina wî/wê, haydar nabe. Rojekê ew zat tê bîra Pêxember (s.a.w) û dipirse: “Ew însan çi karî dike?” Sehabiyan gotin: “Ya Qasidê Xwedê! Ew mir.” Qasidê Xwedê got: “Ma ne lazim bû ku we xebera (mirina) wî bidana min?” Sehabiyan gotin: Ew wiha wiha bû û behsa hîkaya wî kirin. Rawî dibêje: Sehabiyan bi wan gotinên xwe, ew biçûk û yekî negirîng dîtin. Qasidê Xwedê got: “Rabin, gora wî nîşanî min bidin.” Piştre çû ser gora wî û li ser limêj kir.[1]

Ji Se‘îd kurê Museyyeb (x.j.q) hatiye ragihandin: Di dema ku Pêxember (s.a.w) ne li Medîneyê bû, diya Se‘d wefat dike. Gava Pêxember (s.a.w) vedigere Medîneyê, digel ku di ser mirina wê re mehek derbas bûbû jî limêja wê ya cenaze dike.[2]

Bersiva pirsa we ya din: Halil Günenç di derbarê limêja cenaze bi pêlav, di pirtûka xwe ya bi navê “Büyük Şafii İlmihali” van agahiyan dide:

“Ne caiz e ku mirov bi pêlavê limêja cenaze bike…”[3]

Encax Pêxember (s.a.w) bi pêlavê limêj kiriye. Lewra wê demê binê mizgefta Pêxember mîna îro bi xaliyan nehatibû raxistin; zemîna mizgeftê ji kevir û axê bû. Ji vê bonê dema mirov li zemîna ji axê limêj bike, ne pêwîst e ku mirov pêlavên xwe derxe. Mirov dê binêre, ka pêlav paqij e yan na. Eger pîsîyek hebe dê mirov jê bibe û limêja xwe bike.



[1] Buxarî Cenaiz, 66; Muslim, Cenaiz, 71 (956).

[2] Tirmizî, Cenaiz, 47.

[3] Halil Günenç, Büyük Şafii İlmihali, çapa 2’mîn, Weşanên Hilal, rp. 177.