Fetwayen Kurdi
Ma ji bo sê mehan tu duayek heye?

Ma ji bo sê mehan tu duayek heye?

Pirs: Ma ji bo sê mehan tu duayek heye? Ma mirov dikare duayê “Ellahumme Barik lena fî Recebe we Şe‘ban we Bellixna Remezan” yê ku pir caran di xutbeyan de tê xwendin, wekî duayê sê mehan bixwîne? Ma bi rastî jî ev dua bi rêya hedîsa sehîh gihaştiye me? Hûn dikarin wateya vî duayî bibêjin?

Bersiv: Wateya vî dua wiha ye:

Xwedêyo! Meha Receb û Şe‘banê ji me re pîroz bigerîne û me bigihîne Remezanê.”

Ev duayê tê gotin ku gava meha Recebê hat divê were xwendin, di Musned a Ehmedê kurê Henbel de wekî ziyadeya kurê wî, ‘Ebdullah cî digire.[1]

Ev hedîs ne sehîh e, ango zeîf e. Hatiye ragihandin ku Îmam Buxarî di derbarê Zaide kurê Ebu’r-Ruqad ê ku di seneda hedîsê de dibore gotiye ku “munkeru’l-hedîs”e* û ev rawî ji aliyê hin muheddisan ve bi awayê “nayê nas kirin” hatiye destnîşankirin.[2] Bnr: el-Heysemî, Mecme‘u’z-Zewaid, c. 2, rp. 165 (Bab fi’l-Cumu‘e we fedliha).

Îbn Hecer jî di berhema xwe ya bi navê Tebyînu’l-‘Eceb bi ma Werede fî Fedli Receb neqil kiriye ku alimê hedîsê Îmam Nesaî di derheqê Zaide kurê Ebu’r-Ruqad de gotiye ku “ev kî ye, nas nakim” û ew, wekî munkeru’l-hedîs pejirandiye. Herwiha neqil kiriye ku Îbn Hibban di derbarê wî de gotiye ku “riwayetên wî nabin delîl”.

*Hedîsa munker: Hedîsa bi rêya ku rawiyekî zeîf bi tenê hatibe ragihandin.  Munkeru’l-hedîs jî ji rawiyê ku hedîsên bi vî awayî neqil dike re tê gotin.



[1] Ehmedê kurê Henbel, 1/259.

[2] Bnr: el-Heysemî, Mecme‘u’z-Zewaid, c. 2, rp. 165 (Bab fi’l-Cumu‘e we fedliha).