Fetwayen Kurdi
Kesê ku di sê mehan de bimire ma -di gorê de- kengî pirs jê tê kirin?

Kesê ku di sê mehan de bimire ma -di gorê de- kengî pirs jê tê kirin?

Pirs: Kesê ku di sê mehan de bimire gelo pirsa wî ya di qebrê de pêre piştî defnê yan jî piştî sê meh biqedin tê kirin?

Bersiv: Mefhûmê “sê mehan” di dînê me de tuneye. Heke hûn ê rojiya sunet bigirin, hûn dikarin roja duşem û pêncşemê û ji mehan jî meha Şe‘banê tercîh bikin.

Ji bo meha Receb, Şe‘ban û Remezanê di nav gel de navê sê mehan hatiye pêvekirin, bi borîna demê re ev nav belav bûye û bûye kevneşopiyek.

Girîngiya meha Remezanê ji her kesî ve diyar e. Tu îbadeteke ku di mehên din de tune bin û bi tenê di meha Receb û Şe‘banê hebe, tuneye. Lê belê Pêxemberê me di meha Şe‘banê de pir rojî girtiye. Ji ber vê yekê mirov dikare di meha Şe‘banê de rojiya sunet bigire.

Di navbera mirina di sê mehan û mehên din de tu cudahî tuneye. Temamê miriyan di heman pêvajoyê de diborin û di lêpirsînê de derbas dibin. Ji bo vê jî li benda derbasbûna tu zemanî nayê sekinandin.