Fetwayen Kurdi
Ma tu nimêjeke ku di şeva Rexayibê de were kirin heye?

Ma tu nimêjeke ku di şeva Rexayibê de were kirin heye?

Pirs: Di meha Recebê de şeva îna yekem wekî şeva Rexayibê tê zanîn. Ma tu nimêjeke ku di wê şevê de were kirin, heye? Herwiha ma hewce ye ku em wê rojê bi rojî bin?

Bersiv: Hedîsên di derbarê nimêja ku divê di şeva Rexayibê de ango di şeva înê ya yekem ji meha Recebê were kirin û herwiha hedîsên di derheqê nimêjên din ku divê di şevên din ên vê mehê de werin kirin, mewdû‘ in. Ango derew in. Bi gotina Îbn Qeyyim: “Temamê wan derew in û bêbextiyên ku li Qasidê Xwedê hatine kirin.”

Alimê hedîsê ‘Eclûnî jî dibêje ku “Divê mirov pê nexape ku ev hedîs di berhemên mîna Qûtul-Qulûb, Îhyau ‘Ulûmuddîn û Tefsîra Se‘lebî (yên ku bi giranî li ser mijarên tesewwifê ne) derbas dibin” û wiha berdewam dike:

 “Herçiqas nivîskarê berhemên Îhyau ‘Ulûmuddîn û Qûtul-Qulûbê (Îmam Xezalî û Ebû Talib el-Mekkî) cî dabin van hedîsan jî, di sunetê de û li cem îmamên hedîsan tu hedîseke sehîh tuneye. Lewra sunet (ne bi gotina wan), encax bi gotin, kirin an jî teqrîra Pêxember sabit dibe.”

Di çaykaniyan de hatiye diyarkirin ku riwayeta di nav gel de bi navê nimêja Rexayibê navdar e, ji aliyê sofiyekî bi navê ‘Elîyê kurê ‘Ebdullahê kurê Cehdanê ku li Mekkeyê bûye û di sala 1023an (hicrî 414) wefat kiriye, hatiye derxistin. Dîsa di çavkaniyan de dibore ku pîrozkirina şeva Rexayibê û ‘îbadetên ku di wê şevê de têne kirin di sedsala 4em a hicrî (10em a mîladî) de derketiye holê û hatiye destnîşankirin ku ev şev, cara yekem di sala 448ê hicrî (1056 mîladî) de li Qudusê, di sala 480ê (mîladî 1087) de li Bexdayê wekî “qendîlê” hatiye pîrozkirin.

“Gelek ji alimên Îslamê diyar kirine ku şeva Rexayibê di serdema Hezretî Pêxember, sehabî û tabiîyan de nedihate zanîn û pîrozkirina şevên qendîlê bi bandora dînên din derketiye holê. Ji ber vê yekê kirina hin ‘îbadetên taybet di vê şevê de tê wateya derxistina ‘îbadeteke nû, digel qedexekerina bid‘etan bi gelemperî -ji aliyê Cenabê Pêxember ve- wî qedexe kiriye ku di roj û şeva Înê de hin ‘îbadetên taybet werin kirin, ji ber vê yekê ji aliyê dînî ve kirina hin ‘îbadetên taybet di roj û şeva Rexayibê de mehzûr e.”

Bi tenê mirov dikare rojiya rojên Duşemê û Pêncşemê yên ku Pêxemberê her meh ew bi rojî derbas dikirin û tewsiye kiriye ku em jî di wan rojan de rojiyê bigirin û rojiya rojên 13, 14 û 15an ji her mehê yên ku navê eyyamul-bîd (ango rojên gewr, spî) li wan tê kirin, di meha Recebê de jî bidomîne. Tiştê ku li vir bi taybetî tê kirpandin; ji nimêj û rojîyê û hwd. tu ‘îbadeteke ku di mehên din de nayên kirin û bi tenê di meha Recebê de werin kirin, tuneye.

Di derbarê vê mijarê de di malpera me www.suleymaniyevakfi.org de du nivîs hene. Em tewsiye dikin ku hûn wan nivîsan bixwînin.

Ji navnîşanên jêr hûn dikarin xwe bigihînin wan nivîsan.

1. Recep Ayı Hakkında Uydurulmuş Hadisler ve Kandil Geceleri:

http://www.suleymaniyevakfi.org/kandil-geceleri/recep-ayi-hakkinda-uydurulmus-hadisler.html

2. Kandil Geceleri:

http://www.suleymaniyevakfi.org/tarih-arastirmalari/kandil-geceleri.html