Fetwayen Kurdi
Ma Hezretî Ebû Bekir û ‘Umer li kesên ku di meha Recebê de rojî digirtin hêrs dibûn?

Ma Hezretî Ebû Bekir û ‘Umer li kesên ku di meha Recebê de rojî digirtin hêrs dibûn?

Pirs: Mamosteyekî me behsa fetwayeke Îbn Teymiyye ya di derbarê rojîgirtina di sê mehan de kir. Îbn Teymiyye di wir de dibêje ku Hezretî Ebû Bekir û Hezretî ‘Umer li dijî rojîgirtina di meha Recebê de derketine. Ma hûn dikarin wê fetwaya Îbn Teymiyye bibînin û biweşînin?

Bersiv: Fetwa Îbn Teymiyye ya di vê mijarê de di berhema bi navê Mecmû‘u’l-Fetawa ya ku fetwayên wî tê de cî digirin dibore. Fetwa wiha ye:

Di derbarê xêra rojiya di sê mehan de ji Îbn Teymiyye hate pirsin. Wî, wiha bersiv da:

“Bi tevahî di derbarê rojîgirtin an jî îtikafa di meha Receb û Şe‘banê de ji Pêxemberê me, sehabî û alimên Îslamê tu tişt nehatiye ragihandin. Lê belê rast e ku Pêxemberê me di meha Şe‘banê de rojî girtiye. Bi sedema meha Remezanê, Pêxemberê me (s.a.w) ji mehên din zêdetir di meha Şe‘banê de rojî digirt.

Rojîgrtina di meha Recebê de: Temamê hedîsên di derbarê ku rojîgirtina bi taybetî di meha Recebê de bi tenê, zeîf in heta derew in. Ehlê ‘ilmê, bi tiştên ku di vê mijarê de hatine neqilkirin îtibar nakin. Ji bilî vê, ev ne ji hedîsên ku di mijara fezailan de hatine neqilkirin jî. Lewra pirê van mewdû‘, derew in. Ji van hedîsan yeka ku herî pir -di derbarê meha Recebê- tê ragihandin qaşo dema meha Recebê bihata Qasidê Xwedê (s.a.w) ev duayê han dikir:

Xwedêyo! Meha Receb û Şe‘banê ji me re pîroz bigerîne û me bigihîne Remezanê.”

Di Sunen a Îbn Mace de di hedîseke ku bi rêya ‘Ebdullahê kurê ‘Ebbas tê ragihandin Pêxemberê rojîgirtina di meha Recebê de qedexe kiriye. Herçiqas di derheqê seneda vê hedîsê de hin nêrînên cuda hebin jî, lê rast e ku Hezretî ‘Umer (x.j.q), kesên di vê mehê de rojî digirtin da ku xwarinê bixwin zor dida wan û ew bi vî awayî îqaz dikirin “dirûvê meha Remezanê nedin vê mehê.”

Wekî din, malbata Hezretî Ebû Bekir cêrên nû kirîbûn û ji bo rojiyê amadekarî kiribûn. Dema Hezretî Ebû Bekir dipirse: “Ev amadekariyên çi ne?” Malbata wî wiha bersiv dide: “Ji ber ku meha Recebê hatiye, loma.” Li ser vê yekê Ebû Bekir got: “dirûvê meha Remezanê nedin vê mehê” û ew cêr şikandin. Lê belê herçiqas Ebû Bekir nehiştibe ku malbata wî rojiyê bigirin jî têkilî yên ku rojî digirtin nebûye.

Di Musned a Ehmedê kurê Henbel û hin çavkaniyên din de hedîseke di derbarê ku Pêxemberê me, rojîgirtina di mehên heram de li sehabiyan şîret kiriye tê ragihandin. Ev mehên han jî digel meha Recebê meha Zilqa‘de, Zilhecce û Muherremê ne. Gava em ji vê xalê hereket bikin, divê were zanîn ku di van her çar mehan de rojî tê girtin, lê belê ev ne rewşeke ku xasî bi meha Recebê ye.”[1]


[1] Îbn Teymiyye, Mecmû‘u’l-Fetawa, Berhevkar û Tertîp: ‘Ebdurrehmanê kurê Qasim û kurê wî Muhemmed, Riyad, 1398 h. / 1978 m., c. 25, rp. 290-291.