Fetwayen Kurdi
Ma di şeva Beratê çiqas însan tên bexşandin?

Ma di şeva Beratê çiqas însan tên bexşandin?

Pirs: Di derheqê şeva Beratê de hedîsek tê riwayetkirin. Hedîs wiha ye: “Xwedê, di nîvê meha Şe‘banê de dadikeve esmanê erdê û guneh an jî kesên ku ji mûyên mîhên qebîla Kelbê bêhtir guneh kiribin, dibexşîne.” Ma ev hedîse sehîh e?

Bersiv: Di derbarê 15ê şeva meha Şe‘banê (şeva Beratê) de di berhema hedîsê ya bi navê Sunen a Tirmizî û ya Îbn Mace de çend hedîs derbas dibin. Îmam Tirmizî di heqê hedîsa ku we li jor pirsî gotiye ku seydayê wî Îmam Buxarî, wê zeîf dibîne. Hedîsên ku –bi vê mijarê re têkildar in– di Sunen a Îbn Mace de diborin, bi sedema rawiyên ku di zincîra seneda wan de ne, ji aliyê alimên hedîsê ve zeîf hatine qebûlkirin.

Ji bo agahiyên berfirehtir di derbarê vê mijarê ji kerema xwe serî li navnîşana jêr bidin:

http://www.suleymaniyevakfi.org/arastirmalar/berat-gecesi-hakkinda-kutub-u-sittede-yer-alan-hadisler.html