Fetwayen Kurdi
Ma pîrek jî dikarin beşdarî limêja cenaze bibin?

Ma pîrek jî dikarin beşdarî limêja cenaze bibin?

Pirs: Pîrek dikarin limêja mirî, ango limêja cenaze bikin? Eger ku bikin dê li paş sef bigirin an na?

Bersiv: Pîrek jî mîna mêran dikarin limêja mirî bikin. Û tu delîl tune ye ku bibêje jin divê limêjê li ser mirî nekin. Li berevajî vê, li gorî delîlên li ber destê me ne, em dizanin ku jinan limêja miriyan kirine. Di kitêbên Siyerê (Jînenigariya Hezretî Pêxember) de tê rahigandin ku jinan li ser Pêxember (s.a.w) limêj kirine.

Di pirtûkên fiqhê de hatiye beyankirin ku jin jî mîna mêran dikarin limêja meyit bikin û li ser vê nerînê hin ehkam ava kirine. Li gorî vê, dema jin bi mêran re limêj bikin, wekî limêjên din pêwîst e ku li herî paş sef bigirin. Ev tişt, muwafiqî sunetê ye. Lê belê ji ber ku limêja li ser mirî ne wekî limêjên din e, eger ku pîrek bi mêran re di heman sefê de cih bigirin yan jî li pêşiya wan sef bigirin, ne limêja mêran û ne jî ya jinan betal dibe.